Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin 2018-04-11 14:20:17 STENBOL – 8 navên ku serokatiya TBB’ê kirine li dijî girtina Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu bertek nîşan dan û gotin: “Hamzaoglu ji bo ku daxwaza aştiyê anî ziman hat girtin. Sûcê Onur kiriye em jî heman sûcî dikin."  Ji 1966'an ve 8 navên ku serokatiya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kirin e, ji bo Hevberdevkê HDK’ê Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê 54 roj in girtiye li avahiya Odeya Tabîbên Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û ji Hamzaoglu re azadî xwestin. Serokê TTB’ê Raşît Tukel, serokên TTB’ê yên berê Dr. Erdal Atabek, Prof. Dr. Ozdemîr Aktan, Dr. Erîş Bîlaloglu û Prof. Dr. Gençay Gursoy beşdarî civînê bûn. Pankarta “Ji Dr. Onur Hamzaoglu re azadî” vekirin û Prof. Dr. Raşît Tukel daxuyanî da.  Tukel anî ziman ku TTB dibistaneke û ji 1989’an ve Prof. Dr. Onur Hamzaoglu yê hem xwendekar û hem jî mamosteyê TTB’ê ye 54 roj in girtiye û behsa xebat û keda Hamzaoglu ya li qada tenduristiyê kir.    'ONURÊ TENDURISTIYA GEL BERDIN’   Tukel da zanîn ku ew wek serokên TTB’ê şahid in ku Hamzaoglu xwedî kedek bêhempba û dildarê qada tenduristiyê ye û got “Ew kedkarek ku her tim ji bo azadî, aştî û demokrasiya gelan xebitiye. Her tim destek daye vê hewldanê. Em daxwazin dikin ku Onur ê tenduristiya gel demil dest bê berdan û em jê re azadî dixwazin.”    'GEFA LI DIJÎ TENDURISTIYA GEL E’    r. Erdal Atabek ê di navbera 1966-1984’an de serokatya TTB’ê kiriye jî diyar kir ku girtina Hamzaoglu li gefek li dijî tenduristiya gel e û got: “Girtina hempîşeyê me yê hêja girtina parastina tenduristiya gel e. Heke ku em tenduristiya gel naparêz in çima em bûn hekîm? Tenê me ji bo tenduristiya gel dest bi vê pîşeyê kiriye. Ev girtin ne ya kesekî ye, em wek girtina ferasetek mezin û xizmetê dinirxînin.”    'SÛCÊ KU ONUR KIRIYE EM JÎ DEWAM DIKIN’    Prof. Dr. Gençay Gursoy ê di navbera 2006-2010’an de serokatiya TTB’ê kiriye bibîr xist ku Hamzaoglu berê jî bi nasnameya xwe ya akademîsyenên aştiyê hatiye binçavkirin û wiha got: “Birêz Hamzaoglu bi boneya aştiyê daxwaz kir hat girtin. Onur parastina şer li dijî tenduristiya gel e dikir. Ji bo ew aştiyê daxwaz kir hat girtin. Di serdemek ku şerê 3’yemîn ê cîhanê serê xwe dide nîşandan, daxwaza aştiyê jî dibe sûc. Ez girtina Onur şermezar dikim û şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye. Sûcê Onur kiriye, em ê vê sûckirinê dewam bikin.”    Navên serokên TTB’ê yên di bin metna daxuyaniyê de hene ev in: Dr. Erdal Atabek (1966-1984), Dr. Selîm Goçer (1990-1995), Doç. Dr. Ozen Aşut (1995-1996), Prof. Dr. Gençay Gursoy (2006-2010), Dr. Erîş Bîlaloglu (2010-2012), Prof. Dr. Ozdemîr Aktan, (2012-2014), Dr. Beyazit Îlhan (2014-2016), Prof. Dr. Raşît Tukel (2016-…)