Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin 2018-04-11 14:18:18   ÊLIH - Şaxa Egîtîm Sena Êlîhê, bertek nîşanî îstîsmara zarokan, serbest berdana faîlan û biryara “veşartinê” ya danîna ser dosyayên lêpirsînê yên Êlihê dan.    Şaxa Egîtîm Sena Êlîhê, derbarê îstîsmara dinava du heyfeteyan ên li Êlîhê rû dan, serbest berdana faîlan û biryara “veşartinê” ya danîna ser dosyayên lêpirsînê li avahiya  sendîkayên civîna çapemeniyê pêk anî. Rêvebira Egîtîm Senê Fehmiye Baskin di civînê de axivî û wiha got: “Di hefteya derbas bûyî de li navçeya Kozlukê xal û apan îstîsmara zayendî li 3 zarokên xarzî û birazayên xwe kirin. Cardin di dibistaneke destpêkê de alîkarê midûr îstîsmara zayendî li zarokek biçûk kir. Di her du bûyeran de jî gumanbar hatin berdan û biryara ‘veşartinê’ danîn ser dosyeyan. Em vê rewşê rexne dikin.”   Sekretera Şaxa Sendîkayê Sevda Yurtsever jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan zêde dibe û wiha got: “Êrîşên li ser zarokan bi awayekê pergalî pêk tên. Di her du bûyeran de jî dadgehê biryara ‘veşartinê’ da. Weke Egîtîm Senê em ê şopdarê van dozan bin. Em ê li dijî hemû bûyerên îstîsmarê yên dixwazin ser bigirin û meşrû bikin derbikevin.”