Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e 2018-04-11 13:35:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Komisyona Jinê û LGBTÎ ya Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) der barê tevî nûçegîhana JINNEWS'ê Fîlîz Zeyrek, 38 kesên ku di 30'ê Adarê de bi operasyona hemwext hatin binçavkirin daxuyaniya nivîskî dan.    Komisyona Jinê û LGBTÎ ya Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ji bo nûçegîhana JINNEWS'ê Fîlîz Zeyrek jî di navde 38 kesên di 30'ê Adarê de hatin binçavkirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku Fîlîzê di sala 1996'an de ji gundê Reşşiyê yê navçeya Heskêfa Êlihê ji ber şerd û mercên aborî tevî malbata xwe koçî Edeneyê kiriye û wiha gotin: "Fîlîzê di zarokatiya xwe de ji bo debara xwe gelek kar kir û dawî bû rojnameger. Fîlîzê di warê rojnamgeriyê de xwedî kedek mezin e." Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê ev zilma binçavkirinê demildest bi dawî bibe û Fîlîz Zeyrek bê berdan. Îro saet di 13.00 de li ser medyaya civakî çalakiya #FilizZeyrekRojnameger e dest dikin."    Tê payin Fîlîz Zeyrek îro, yên din jî sibehê sewqî dozgeriyê bikin.