Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin 2018-04-11 13:15:28 AMED – Li Amedê tabelayên duzimanî yên rê û aliyan dide nîşandan hatin daxistin û nivîsên kurdî jê hatin birin û tenê bi zimanê tirkî daliqandin.  Xweranegirtina qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê kirine ya li dijî kurdî û nirxên kurdan dewam dike. Beriya niha qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cumalî Atîlla li Amedê gelek navên kurdî ji ser tabeleyan rakir û navên remzên kurdan guhert. Qeyûmê Amedê vê carê jî tabelayên duzimanî yên li ser kolan û bûlwaran rê û aliyan didin nîşandan daxistin. Tabelayên di dema şaredariya DBP’ê de bi kurdî û tirkî hatibûn nivîsandin, qeyûm kurdî jê bir û tenê bi tirkî tabela daliqand. Ev tabelayên du zimanî li gelek deverên bajêr hebûn. Tabelaya rêya “Goristana Yenîkoy (Yenikoy Mezarligi)” dida nîşandan, nivîsa kurdî jê birin û tenê bi tirkî daliqandin.    BERIYA ERDOGAN BÊ AMEDÊ TABELAYÊN KURDÛ DAXISTIN    Her wiha li ser Kolana Zumrutkentê tabelaya rêya “Mêrdîn (Mardîn) û Êlih (Batman)” dida nîşandan kurdî jê hat birin û tirkî hiştin. Tabelaya “Kolana Mehmed Uzun” jê hat birin û tabela bi nivîsa “Mehmet Uzun Caddesi” daliqandin. Gelek tabelaya bi vî rengî navên kurdî jê hat birin û bi yek zimanî hatin daliqandin. Hat îdiakirin ku navên tabelayên kurdî di serdana Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan ê AKP’î di 17’ê adarê de hat Amedê jê paqij kirin e.    DÎSA TABELA KIRIN YEK ZIMAN    Li gelek nokteyên bajar berê tabela bi du an sê ziman bûn. Lê piştî tabelayên berê daxistin dîsa tabelayê bi yek zimanî daliqandin. Tabelayên kurdî yên rêya 75 Metre, Kolana Xarpêtê û gelek kolanên çûn û hatina wê zêde  tabelayên kurdî daxistin.    KESÊ BERPIRSYAR NEXWEŞ KETIYE    Têkildarî jê birina navên kurdî yên li ser tabelayan em li rayedar û alîkarên Sekreterên Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gerliyan û îdia kirin ku ne xwediyê tu agahiyê ne. Li ser israra pirsên me rayedarek ji şaredariyê îdia kir ku di guhertina navên tabelayên kurdî de kesê berpirsyar nexweş ketiye wî rakirine nexweşxaneyê û ne pêkanê agahî bidin.    MA / Rohat Şahîn