Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin 2018-04-11 12:27:36 AMED - Li Farqînê di serdegirtina malan de tevî rojnameger Ferhat Parlak 4 kes hatin binçavkirn. Li navçeya Farqîna Amedê, polîsan bi ser malan de girtin û xwediyê Rojnameya Sîlvan Mucadele ya hat girtin û dûre li ser Înternetê dest bi weşanê kir Ferhat Parlak û 3 kesên din binçav kirin. Hat diyar kirin ku hejmara binçavkirinan dibe ku zêdetir bibin û hinceta binçavkirinan nehat zanîn.   Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Rojnameger Ferhat Parlak, Ercan Aşici, Eyub Bakici û Mîthat Altaç.