Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin 2018-04-11 11:58:58 AMED - Polîsan bi ser mala Endamê Meclîsa HDP'ê Burhan Karakoç de girtin û binçav kirin. Li Amedê, polîsan serê sibê bi ser mala Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Burhan Karakoç de girtin û binçav kirin. Polîsan Karakoç ê piştî lêgerîna malê binçav kirin, birin Midûryeta Polîsan a Amedê. Derbarê naveroka lêpirsînê de agahî nehat bi dest xistin.