Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket 2017-10-10 11:02:09     NAVENDA NÛÇEYAN – Balafira şer a Rusya li Suriye ket. Pîlotên di balafira şer a Rûsya ku li Sûriyê ket  jiyana xwe ji dest dane û rayedarên Rûsî dan xuya kirin dema balafir bi hewa dikeve ketiye xwariyê.    Li gor agahiyên hatin bidestxistin balafira şer a celebê SU-24’ê  ya Rûsyayê li nêzîk bajarê Lazqiyê ya Sûriyê li balafirgeha Hmeymimê dema ku bi hewa bikeve ketiye xwarê û di encamê de pîlotên di balefirê de jiyana xwe ji dest dane.   Derbarê bûyerê de rayedarên Rûsyayê dan xuyakirin ku balafira wan li balafirgeha Hmeymimê dema ji bo ku erka xwe bicih bike bi hewa dikeve ketiye xwarê. Rayedarên Rûsyayê aşkere kirin ku ji bo sedemê ketina balafirê bê zanîn xebatên lêkolînê tên kirin.