‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’ 2018-04-11 11:23:11 STENBOL - Aktîvîsta Aştiyê Yuksel Genç, diyar kir ku pêşniyarên çareseriyê yên herî bi hêz ên ji bo pevçûnên kûrevî yên Rojhilata Navîn ji Îmraliyê derketin û got: “Ji ber vê dixwazin paradîgmaya Ocalan bê bandor bikin.” Ji Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî, got ku mifteya aştiyê di destê Ocalan deye. Endama Lijneya Rêveber a Navenda Lêkolîna Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç û Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaza, tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin.    Aktîvîsta Aştiyê Yuksel Genç, diyar kir ku tecrîta li ser Ocalan ne tenê li dijî gelê kurde, di heman demê de pirsgirêkên herêmî û kûrevî jî bi tecrîtê re zêdetir bûne û wiha axivî: “Gava em li 3 salên dawî yên tecrîtê mêze dikin, bandorê li ser hemû polîtîkayên hûndir, Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û kuve kiriye. Çi dema ku pêkanîna tecrîtê datînin ser Îmraliyê, wê rojê li Tirkiye û Sûriyeyê pevçûn derdikevin , şer dijwar dibe û rewşek neyînî derdikeve  holê. Pêşketinên di sala 2014’an û vir ve encamên vê yekê ne.”   ‘TECRÎT Û PÊŞKETINÊN KÛREWÎ BANDORÊ LI SER HEV DIKIN’   Genç, anî ziman ku piştî maseya muzakerê  hat hilweşandin hemû polîtîkayên Tirkiyeyê li ser kurdan hatin teşe girtin û wiha got: “Li ser dijberiya gelê kurd, şerê li Sûriyeyê li Rojhilata Navîn belav bû. Di vî alide bandora tecrîtê li ser polîtîkayên Rûsyayê jî hene. Şerê li Sûriyeyê, bi hêzên kûreve yên nû re teşe digire. Pêşniyarên çareseriyê yên herî bi hêz ên ji bo pevçûnên kûrevî yên Rojhilata Navîn ji Îmraliyê derketin. Ji bo paradîgmaya Ocalan bê bandor bikin, tecrîtê giran dikin.”   ‘TECRÎTA LI SER OCALAN PIRSGIRÊKA HEMÛ KESÊ YE’   Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî, anî ziman ku çi dema pirsgirêka gelê kurd dikeve pêvajoyake şer, lingê vê yê destpêkê ji Îmraliyê destpê dikin û wiha axivî: “Bi girankirina tecrîtê re pêvajoya şer jî mezintir dibe. Çi gava Enqere tengav dibe, dest pêkê şandeyekê dişine Îmraliyê. Tiştên me di 20 salan de dît eve. Ji ber vê yekê tecrît pirsgirêka hemû kesên li Tirkiyeyê dijîne. Îro ev pirsgirêk mezintir bûye. Bi tecrîta li ser Ocalan re şer mezin bû û pevçûn dijwar bûn.”   ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE ’   Tahmaz, da zanîn ku mifteya aştiyê di destên Ocalan deye û wiha bi dawî kir: “Îro Ocalan ji bo aştiyê aktorek pir girînge. Niha atmosferek pir cûda tê avakirin. Encamên li Kobanê û Efrînê derketin holê, heviya bi hevre jiyanê ji holê radike. Ji ber vê yekê piştî 5 calan gava Ocalan bêje ‘rawestin’ jî dibe ku êdî kes neraweste. Îro hîna derfet û firsendên aştî hene. Ji ber vê divê tecrît bê bi dawî kirin.