'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’ 2018-04-11 11:12:37   ENQERE – Parêzer Mehtap Sakinci diyar kir ku doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ber bi dawiyê ve diçe û got: “Heke dadgeh hinekî din jî lêkolîn bike, dê derkeve holê ku tiliya hemû bersûcan di teqînê de heye.”    Li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ’ê li dijî Mitînga Aştî û Demokrasî ya li ber Gara Enqereyê bombe teqand. Di teqînê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Di 8’emîn danişîna doza komkujiyê de belgeyên nû derketin holê. Yek ji parêzerên dozê Mehtap Sakîncî diyar kir ku li gel van belgeyan ji bo mutalaya dosyeyê bê dayîn şandine dozgeriyê û got: “Darizandinek bi vî awayî bi encam bibe, teminata edaletê nîne.”    ‘ÇIMA X Û Y NAYÊN AŞKEREKIRIN’    Sakinci anî ziman ku doza komkujiyê ber bi biryarê ve diçe û seranserî dozê tevahiya daxwazên parêzerên mexdûran hat redkirin. Sakinci got ku wan hêj fêm nekiriye ku çima endamên DAIŞ’ê wek X û Y tên nîşandan nayên diyarkirin.    ‘JI BO BERPIRSYARIYÊ BIREVIN HER TIŞT DIKIN’    Sakinci anî ziman ku dozger û dadger bi boneya ji berpirsyariya gelemperî rizgar bibin çi ji destê wan tê dikin û naxwazin ser bûyerê bê zelalkirin. Sakinci got: “Heke ku hinek din jî dadgeh lêkolîn bike, dê derkeve holê ku tiliya hemû bersûcan di teqînê de heye.” Sakinci da zanîn ku piştî teqînê Komeleya Genç Ensar a ku bersûcên DAIŞ’ê endamê wê ne tê girtin û girtina komeleyê ya piştî teqînê wan dixe nav fikaran.    ‘HETA EDALET PÊK BÊ DÊ TÊBIKOŞIN’    Sakinci diyar kir ku dibe doz çend danişîn şûn ve bi dawî bibe û li gel belgeyên derketine holê jî û lêkolînek berfireh li ser dosyeyê neyê kirin û biryar bê dayîn dê nebe teminata edaletê. Sakinci got ku heta ew edaletê pêk bînin û dewlet hesab bide dê têkoşîna xwe dewam bikin.    MA / Bêrîvan Altan