Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da 2018-04-11 09:58:11 BEDLÎS -  Li Bedlîsê leşkerên ku derketin operasyonê pê li mayinê kirin û di encama teqîna mayînê de çawişekî pispor jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Bedlîsê dema ku leşker ji Qereqola Cendirmeyan ya Karinca derketin operasyonê teqemeniya ku li ser rê hatibû danîn teqiya. Di encama teqînê de çawişekî pispor ê bi navê Sefa Îzbudak jiyana xwe ji dest da.   Der barê leşkerên din ên ku di wesayitê de bûn tu agahî nehat parvekirin.