Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin 2018-04-11 09:23:42 COLEMÊRG -Li Colemêrgê bi salan e bi dehan zozan û mêrg qedexe ne. Welatiyan destnîşan kir ku zozanên herî berdar ên bajêr hatine qedexekirin û xwestin rojek berî rojekê dawî li van qedexeyan bê.  Li Colemêrgê zozan û mêrgên herî berdar qedexe ne. 2 sal berê Serokomar Recep Tayyip Erdogan gotibû dê dawî li qedexeya li ser zozanan rabe, lê belê ji dêvla ku dawî li wan bê ji nû ve hatin qedexekirin. Gundiyên diçin zozanan xwestin demildest dawî li van qedexeyan bê.    'LI ÇELÊ BI DEHAN ZOZAN QEDEXE NE’    Li navçeya Çelê bi salan e bi hinceta “operasyon hene” gelek zozanên li herêma Semedar ê gundê Şîvîşkê qedexe ne. Gundî nikarin biçin zozanên Deşta Xanê, Kanî Mişkê, Mika Xwênê, Zoma Ferxê, Bênxilole, Zomka Retan, Kanî Zerkê. Her wiha li gundê Marûfan zozanên Şîva Nabo, Çoxê, Pişta Çelê, Kanîkil jî qedexe ne.    'BI SALAN E KES NIKARE BIÇE VAN ZOZANAN’    Bi salan e kes nikare biçe zozanên Ulebêra Bayê,  Şivreşkê, Bêzelkê, Zozanê Serê Bayê yên gundê Bayê yê girêdayî navenda Colemêrgê. Her wiha zozanên Bileh û Binevş, Zozana Baleka yên gundê Balekayê û zozana Serê Astengê ya gundê Marûnîs û zozana Mêrgezer a gundê Bêtkar jî qedexe ne.    'LI HERÊMA BERWARÊ JÎ QEDEXE NE’    Li herêma Berwarê girêdayî gundê Kotranîs û Şûmûnîsê jî gelek zozan qedexe ne. Ji van zozanan hin jê ev in; Gola Gewro, Çilkanî, Navxwarêzk û Qirnêse. Her wiha li herêma Berwarê her çend zozanên Berereş, Berçelan û Nebirnavê ne di çarçoveya qedexeyê de ne jî, lê belê ji ber pararlelên wan hin hêlên wan qedexe ne. Li gundê Dêzê  jî zozanên Spixane, Bala û Çiçekê qedexe ne. Li vê herêmê tenê zozana Oledîrî ne qedexe ye.    'JI BER QEDEXEYAN EM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN’    Hatûn Yîgît, diyar kir ku her sal ji ber qedexeyan ew zehmetiyan dikişînin û got: “Bila weke sala çûyîn îsal me mehkûmî qeraxên robran nekin. Ji ber zozan qedexe ne em her sibeh heywanên xwe dibin deverên bi qelaç. Havînan qeraxên robaran zaf germ e û heywanên me nexweş dikevin. Ji ber vê em dixwazin dawî li qedexekirina zozanan bê.”    ‘BILA SOZÊN XWE BI CIH BÎNIN’    Ubeyît Yîgît jî, destnîşan kir ku li gund tekane çavkaniya wan a debarê xweyîkirina pez e. Yîgît got: “Gotin dê qedexeya li ser zozanan rabe, lê hîn jî wan qedexe dikin. Tew bi ser de riyên me jî qedexe dikin. Zozanên me yên xweşik û berdar hene. Êdî em dixwazin biçin zozanên xwe. Ev gelî zaf germ in, heywan lê nayên xweyîkirin. Niha em heywanên xwe li derdora gund diçêrînin. Divê em demildest biçin mêrg û zozanan. Ji ber cihên em niha heywanên xwe lê xweyî dikin bi qeraç in, heywanên me carinan dikevin û dimirin. Divê rojek berî rojekê dawî li van qedexeyan bê.”    MA / Hamza Gunduz