Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune 2018-04-11 09:20:33 WAN – Di dosyeya Lutfûllah Tacik ku hatibû îdiakirin li Navenda Paşveşandinê polîsan lê daye û ew kuştine de, 4 salin bi qasî serê derziyê jî pêşketinek rû nedaye. Parêzer Mahmût Kaçan jî destnîşan kir ku di navbera raporên hatine amadekirin de nakokî hene û got: “Dê polîtîkaya bêcezatiyê div ê dozê de jî bisepînin.”  Di 16’ê Gulana 2014’an de 20 afxanên ku dema di ser Îdirê re hatin Tirkiyeyê hatibûn zevtkirin û ew şandibûn Navenda Paşveşandinê Ji van afxanan yek jê jî Luttfûllah Tacikê 17 salî bû ku hat îdiakirin di 27’ê Gulana 2014’an de li Wanê polîsê bi navê S.O. lê daye û ew kuştiye. Der barê vê bûyerê de doz hat vekirin, lê belê 4 salin hîn jî tu biryar nehatiye dayîn. Heta niha 12 danişînên dozê pêk hatine, lê belê di hemûyan de jî binpêkirin û tiştên ecêbmayî rû dan. Piştî mirina Tacik îfadeya şahidan hat wergirtin. Şahidan destnîşan kir ku polîsê bi navê S.O. şelmaq li S.O. daye. Lê belê polîs vê tawanbariyê qebûl nakin.    Di îdianameyê de bi tawanbariya “Birîndarkirina bi qesdî ya rê li ber mirinê vedike” doz li polîsê bi navê S.O. hat kirin û hat xwestin ku 16 sal ceza lê bê birîn. Der barê polîsê bi navê H.O. O. jî bi tawanbariya “Peywira xwe xirab bi cih aniye” doz hat vekirin û hat xwestin ku 3 sal ceza lê bê birîn.    12 sanişînên dozê pêk hatin lê belê herdu polîs tenê tev li danişînekê bûn ew jî i riya SEGBÎS’ê.    Walîtiya Wanê der barê S.O. de biryar dabû ku ji peywirê bê dûrxistin. Polîsê bi navê S.O. ji bo rakirina vê biryarê û betalkirina wê li Dadgeha Îdareyê ya 1’an a Wanê doz vekir. Dadgehê serlêdana S.O. red kir. Li ser vê biryarê S.O. îtirazî biryarê kir û serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Wanê da. Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Wanê jî bi heman hincetê serlêdan red kir. Lê belê, tevî van biryaran hemûyan jî Wezareta Karên Hundurîn S.O. bir ser kar û ew li Dersimê peywirdar kir.    Heta niha 12 danişînên dozê pêk hatine û wê danişîna 13’an jî di 3’yê Hezîrana 2018’an de pêk bê.    Parêzer Mahmût Kaçan ku ji serî ve dozê dişopîne, destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin jî ew e ku bi îdiaya wekaletname tune ye, malbata Tcik nikare tev li lêpirsîn û dozê bibe.    Kaçan, destnîşan kir ku lêpirsîneke karîger, bêalî û adilane nehatiye kirin û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan jî ji nêz ve dozê dişopînin. Kaçan got: “Raya giştî ya netewî û ya navnetewî bi eleqeyî nêzî dozê dibin, lê belê tevî vê yekî jî tê xwestin ku ev doz ji raya giştî bê veşartin.” Kaçan bi lêv kir ku ji pêvajoyê jî diyar e ku dê di encama dozê de ji bo polîsên sûcdar polîtîkaya bêcezatiyê bê sepandin.    Kaçan got: “Di dawiya dozê de ya wê ji ber îhmalkariyê ceza li polîsan bê birîn an jî dê rasterast bên beraetkirin. Bawer nakim ji vê dozê biryareke lezgîn, bêalî derkeve.”    MA / Mahmut Ruvanas