Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin 2017-10-10 10:41:25 REQQA - Li Reqqa şer di roja 127'an de berdewam dike û ji sedî 85’ê ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Şervanên QSD'ê di şer de bi sedan sivîl ji destê DAIŞ'ê azad kirin.  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hamleya Cenga Mezin a li Reqqa daye destpêkirin di roja 127’an de berdewam dike. Şervanên Qesedê heta niha ji sedî 85 bajarê Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kiriye. Şervanên QSD'ê li navenda bajar Siyah Stad, Nexweşxaneya Watanî, Qada El Neim dorpêç kir. Şervanen QSD'ê bi sedan sivîlên ku li vir DAIŞ wak wekî mertal dide pêş xwe azad kir. Şervanên QSD'ê ku li Stat û derdora wê mal bi mal digerin û operasyonên taybet pêk tînin. Şervan, sivîlên ku ji destê DAIŞ'ê azad dike wan dibin warên ewlehiyê yên taybet. Zarok, jin, kal û pîrên tên azadkirin, piştî tên azadkirin û wan dibin qada ewle, wan di kontrola tenduristiyê re derbas dikin.    MA / Nazim Daştan