ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-11 09:00:00 * Ji ber zêdebûna qûrên dowîzî, rewşa aboriyê xirabtir dibe û ev yek tesîrê li esnafan dike. Esnafên ku hindik mane ji ber vê rewşê derabeyên xwe deynin, ji bo daxuyaniyên hikûmetê yên “krîz tune ye” gotin “krîz li holê ye”.  *  Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî çewisandin û girtinên li hemberî elewiyan dan û gotin: “Pîr Sûltan tenê ne navek e, di heman demê de baweriyk e. Em ê jî li pey Pîrê xwe biçin. Bedêla wê çi dibe bila bibe, ne muhîm e. Em ê jî li ber xwe bidin.”    * Di dosyeya Lutfûllah Tacik ku hatibû îdiakirin li Navenda Paşveşandinê polîsan lê daye û ew kuştine de, 4 salin bi qasî serê derziyê jî pêşketinek rû nedaye. Parêzer Mahmût Kaçan jî destnîşan kir ku di navbera raporên hatine amadekirin de nakokî hene û got: “Dê polîtîkaya bêcezatiyê div ê dozê de jî bisepînin.”    * Parêzer Gunfer Karadenîz, bi hinceta ku der barê îdiayn înfazkirina 6 HPG’yiyên li Mûglayê  hatin kuştin de daxuyanî ji bo çapemeniyê dan, der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî lêpirsîn temam bû îdianameya der barê Karadenîz de hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 10 sal ceza lê Karadenîz bê birîn.     * Sînem Taş, ku der barê jiyana penaberên ku li Portekîzê dijîn belgefîlma “Benim Kabem Însandir” amade kir, bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyana penaberan. Taş, anî ziman ku êş û şahiyên penaberan pir nêzîkî hev in û got: “Min qet nizabû dê wisa tesîrê li min bike.”    * Li Colemêrgê bi salan e bi dehan zozan û mêrg qedexe ne. Welatiyan destnîşan kir ku zozanên herî berdar ên bajêr hatine qedexekirin û xwestin rojek berî rojekê dawî li van qedexeyan bê.    * Prof. Dr. Dogû Ergîl, destnîşan kir ku wê îtifaqeke demokratîk a berfireh li hemberî îtifaqa AKP-MHP’ê bikaribe dîmenê biguherîne û got: “Mixabin pirsgirêka kurd veguherandin pirsgsirêka asayîşê û HDP’ê jî veguherandin partiya krîmînal û sûcan.”    * Rûniştina doza koma duyemîn ya 138 endam û rêveberên HDP'ê yên li Manîsayê tên darizandin dê li Edliyeya Manisayê bê dîtin. (09.30)   * 3'emîn Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş dê li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * Koma Tevlêbûna Demokratik, beriya hilbijartina Odeya Tabîban a Stenbolê, dê li Odeya Tabîban a Stenbolê banga tevlêbûnê bikin. (11.00)    * Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo Onur Hamzaoglu serbest bê berdan dê li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan, dê di 25'emîn salvegera dilovaniya wê de li ser gora wê bê bibîranîn. (13.00)    * Platforma Şaxan a KESK'ê dê li 2'emîn Şaxa Egîtim Sen'ê ya Îzmirê di hefteya 58'an de li dijî OHAL û KHK'yan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)