HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn 2017-10-10 10:40:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Daxwaza mudaxîlbûnê ya Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê (AKÎHK) saziya civaka sivîl ARTICLE 19 û HRW ji bo doza parlementerên girtî yên HDP’e hate qebûlkirin.   Daxwaza mudaxîlbûnê ya Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewrûpayê (AKÎHK) û saziya civaka sivîl ARTICLE 19 ji bo doza parlementerên girtî yên HDP’ê bibin ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat qebûlkirin.    HDP’ê di daxuyaniya xwe de aşkere kiribû ku “Têkildarî girtina hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên me yên ku ev salek e di girtîgehê de ne, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê daye.”   Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “ Di dozê de ya ku li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê didome, daxwaza mudaxîlbûnê ya AKÎHK, ARTICLE 19 û HRW hatiye qebûlkirin. Daxwaza mudaxîlbûnê ya Yekîtiya Navparlementoyî ya ku ji parlementerên welatên endamên Neteweyî Yekbûyî pêk tên jî, gihiştiye dadgehê.”