Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan 2018-04-10 17:36:21 MÊRDÎN – Di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de 17 zarokên hatibûn tahliyekirin û pişt re hatibûn girtin, dîsa nehatin berdan û doza wan taloq bû.  Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di qedexeya derketina derve de 17 zarok di 26’ê gulana 2016’an de hatibûn tahliyekirin û girtin. Duyemîn danişîna doza der barê 17 zarokan de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîn li Salona Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Di danişîna ewil de zarokên nexwestin bi riya SEGBÎS’ê îfade nedabûn, vê carê îfade dan.    Malbatên zarokan û rojnamegeran bernedan salona danişînê. Zarokên îfade dan diyar kirin ku dema ew li navçeyê hatin tahliyekirin îşkence li wan hatiye kirin. Zarokan behsa îşkenceyê kirin.    Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û biryar da zarok girtî bên darizandin. Dadger danişînê taloqî 28’ê hezîranê kir.