Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê 2018-04-10 17:23:17   EDENE – Li Edeneyê nûçegihana JinNewsê Fîlîz Zeyrek jî di nav de 38 kes bi îdiaya beşdarî sersaxiya endamê YPG’ê Şemdîn Eye yê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da piştî 12 rojan îfadeyên wan hat girtin. Wêneyên nûçeyên Zeyrek bûn mijara lêpirsînê.    Di 30’ê adarê de operasyona navenda wê Edene bû li Stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye û Mêrdînê bi hinceta parvekirinên tora civakî û di 2015’an de beşdarî beşdarî sersaxiya endamê YPG’ê Şemdîn Eye (Serhildan Dêrik) yê di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bûne, nûçegihana JinNewsê Fîlîz Zeyrek jî di nav de 38 kes binçav kiribûn.     Îfadeyên 38 kesên li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê temam bûn. Hat zanîn ku ji malbata Eye 6 kes di binçavan de ne û ji malbatê têkildarî sersaxiyê pirsan kirin e.    Zeyrek di 2015’an de hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser compîtura wê. Di encama lêkolîna compîturê de operasyon dest pê kirin e û hat zanîn ku wêneyên sersaxiya Eye wek delîl di dosyeya lêpirsînê de bicih kirin e. Hat gotin ku wêneyên Zeyrek di dem û cihên cuda de kişandiye jî li dosyeya lêpirsînê bar kirine û der barê Zeryek de bi îdiaya “Propaganda rêxistnê ye” û “li ser navê rêxistinê sûc kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Li aliyê din hat hînbûn dozgeriyê biryar nepen daniye ser dosyeyê û kesên îfadeyên wan hatine girtin dê sibê sewqî Edliyeya Edeneyê bên kirin.