Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin 2018-04-10 17:10:02 STENBOL – Li Avcilara Stenbolê ji 23 kesên hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin.  Li navçeya Avcilara Stenbolê di 4’ê Nîsanê de polîsan bi ser rêxistina HDP’a Avcilarê de girtibûn. Hevserokê HDP’a Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmut Çakan û zarok jî di nav de 23 kes binçav kiribûn. Piştî îfadeyên emniyetê binçavkiriyan derxistin Edliya Çaglayanê.    Bi hinceta “Propaganda rêxistinê kirine” 23 kes sewqî dadgehê kirin. Hevserokê HDP’ê Mahmut Çakan, endamên HDP’ê Yalçin Demîr, Abdullah Tima û Mevlut Yalpazoglu bi heman hîncetê hatin girtin. 19 kes jî hatin berdan.