Porên girtiyên li Efyonê kur kirin 2017-10-10 10:28:22   MÊRDÎN – Girtiyên li Girtîgeha tîpa E ya Efyonê porê wan bi jilêt hat kur kirin. Girtiyê Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê Eyup Vural jî diyar kir ku binpêkirina mafan a li girtîgehê zêde bûye û di xwarina wan de jî kêzik derketiye.    Şukriye Dogan a li navçeya Nisêbînê dijî, rojên borî bi telefonê bi kurê xwe Yakup Dogan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Efyonkarahîzarê re hevdîtin kir. Dogan, diyar kir ku di hefteyên dawî de bê navber bi ser odeyên girtiyan de digirin û li odeyên wan lêgerîn dikin û hemû alav û amûrên wan desteser dikin.b    'PÊNÛS Û NAMEYÊN GIRTIYAN DESTESER KIRINE'    Dogan, anî ziman ku ji girtiyan re dibêjin 'Hûn terorîst in' û wiha got: "Gelek mafên wan ên civakî li wan qedexe kirine. Kurê min ji ber van zextan dernakevin hevdîtinan. Pênûs û nameyên wan desteser kirine. Girtî rastî neheqiyan tên. Makîneyên rih jî ji destê wan girtin. Bi zorê porê wan bi jilêt kur kirine û birîne. Destûr nadin ku simbêl jî berdin."     'DEMA MAFÊ XWE DIXWAZIN WAN SIRGÛN DIKIN'   Girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê Eyup Vural jî name ji malbata xwe ya Qoserê re şand û wiha got: Ji 2'e Cotmehê ve mafê me yê tenduristî, civakî û ragihandinê binpê dikin. Yên mafên xwe yên civakî dixwazin wan sirgûn dikin. Ji nava xwarinê kêzik derdikevin. Dema em dipirsin dibêjin tiştek tune ye. Rayedarên girtîgehê ji mere dibêjin 'Hûn terorîs  in'. Dema em li dijî vê yekê li deriyan dixin û dirûşmeyan berz dikin, li girtiyan lêpirsînê vedikin. Mafê spor, pirtûkxane û sohbetê ji destê me digirin. Em nikarin derkevin revîr û biçin bijîşkên diranan. "   Têkildarî mijarê rayedarên Girtigeha Îskenderûnê bersîve nedan telefonê.