Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir 2018-04-10 10:46:26   STENBOL – Kordînatora Parastina Enstîtûya Çapemeniya Navnetewî (IPI) ya Tirkiyeyê Caroline Stockford diyar kir ku bi girtina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun Tirkiyeyê baweriya “Çapemenî azad e” bi temamî winda kir.    Li ser fermana hikumetê çapameniya muxalîf tê bêdengkirin. Her dawî jî tayînkirina qeyûm a ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun zextên li ser çapameniyê raxist ber çavan. Rêveber û xebatkarên rojname û çapxaneyê 22 kes hatin girtin.    Kordînatora Parastina Enstîtûya Çapemeniya Navnetewî (IPI) ya Tirkiyeyê Caroline Stockford banga berdana rêveber û xebatkarên rojname û çapxaneyê kir û bertek nîşanî zextên li ser çapameniya azad da.    'ROJNAME Û ÇAPXANEYÊ BIDIN XWEDIYÊ WAN’    Stockford anî ziman ku beriya her tiştî mafê civaka Tirkiyeyê heye ku xwe bigihîne nûçeyên rexne dikin û tayînkirina qeyûm a ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ew wek desteserkirina rojnameya dawî kurd dibînin. Stockford diyar kir ku demek dirêj e çapemeniya kurd di bin zextan de ye û di 3 salên dawî de şahidiya girtina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Azadiya Welat û gelek saziyên din ên çapameniyê kirin e û xwest rojname û çapxaneyê ji xwediyê wê yên hiqûqî re bihêlin.    ‘HIKUMET BAWERIYA XWE YA ÇAPAMENÎ AZAD E WINDA KIRIYE’    Stockford da zanîn ku bi girtina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun Tirkiyeyê baweriya “Çapemenî azad e” bi temamî winda kir û ev pêkanînên li dijî çapameniyê pratîkê nîşan dide. Stockford got ku ji bo rojnamegerên girtî yên li Tirkiyeyê hin xebatên wan hene û gotara ji bo rojnamegeran bişînin û dê gotarên wan ewil li ser Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û rojnamegerê girtî Nedîm Turfent be.   ‘EM Ê PIŞTEVANIYA XWE BIDOMÎNIN’    Stockford destnîşan kir ku zextên li ser çapemeniyê wan dixin nav xetereyê û li hember vî tabloya zextên li ser çapameniyê matmayî dimînin û dê bi her awayî piştevaniyê bidin çapameniya muxalîf û rojnamegerên girtî.    MA / Necla Demîr