Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir 2018-04-10 10:13:08   ŞENGAL - Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir û destnîşan kirin ku li dijî gefên Tirkiyeyê li gel Şengalê ne.    Şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, serdana Şengalê kir. Şandeyê di ziyaretê de rewşa ewlekarî û civakî ya li herêmê şopand. Bi taybet piştî gefên Tirkiye, ên bi hinceta hebûna HPG dixwazin êrîşî Şengalê bikin heyet çû Şengalê. Şandeya KNK’ê ji nûnerên Hizba Komunîsta Kurdistanê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel, Meclisa Demokratîka Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û pêşmergeyên Dêrîn pêk hat. Li navenda Rêveberiya Demokratîk a Şengalê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Heco û Hisên Hecî, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Şengalê Zehra Silêman û endamên Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan şande pêşwazî kir. Di serdanê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Qehtan Xelîl bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku welatiyên Êzidî 74 caran rastî fermanan hatine û got ku niha jî ew ê bersiva êrîşa muhtemel a dewleta Tirk ku welatiyên Êzidî û rêveberiya xweser a Şengalê bidin. Elî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku rewşa herî û bi taybet di dema gefên dewleta Tirk a li ser her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstî bi lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê heye.   Li ser navê Şandeyê jî Şukran Mihemed Emîn axivî û gefên TSK'ê yên li ser Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Şengalê bin û ev tişt anî ziman: "Gelê Şengalê bi xwe rêveberiya xwe dikin. Ji bo pêkanîna fikrê demokratîk xebat dikin. Divê hemû bajarên Iraqê û Başûrê Kurdistanî jî mafê hemû kêmnetewan biparêzin. Emê jî kar bikin da ku em dengê gelê Şengalê bighînin civaka navdewletî, emê dengê hemû Êzidiyên hemû cîhanê bighînin cîhanê." Çav li rêye ku şandeya KNK'ê serdana saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li bajaroka Xanesor bikin.