Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek 2018-04-10 09:13:36 STENBOL – Albûma nû “Lorîn” a hunermend Mizgîn derket. Mizgîn behsa albûma xwe û bandora muzîkê kir. Mizgîn ku terhên cuda tîne gel hev got: “Min xwest di albûma xwe de herçar perçeyên Kurdistanê bînim gel hev.”  Albûma “Lorîn” a hunermend Mizgîn bi etîketa KOM û Mîr Muzîkê derket. Di albûmê de stranên bi navê “ “Azadî Şêrîn, Ez Kurd im, Bilbilo, De Dilo, Dayê, Şahîno, Dilo Ez Bimrim, Welcome Delal ve Bihar” cih digirin. Hunermend di albûmê de terhên muzîkê yên wekî pop, klasîk û gelêrî anîne cem hev û cih daye berhemên Hafizê Şîrazî, Mihemed Şêxo û Abdulwahit Zaxoyî.    Hunermend Mizgîn di sala 1974’an de li Êlihê hat dine û di dema 2 salî bûye felcî bûye û ji ber vê ji herdu lingên xwe bûye. Ji ber vê rewşê Mizgîn neçûye dibistanê. Mizgîn diyar dike ku her çend dezavantajên vê rewşê hebin jî, avantajên wê jî hene. Mizgîn destnîşan kir ku li dibistanê hînbûna tiştan girîng e, lê belê di warê jibîrkirina zimanê zikmakî de tesîreke wê ya derûnî ya nebaş jî çêdibe. Mizgîn got, lê belê xwişka wê xwendin û nivîsandinê hînî wê kiriye.    ‘DI DAWETÊ DE HATIM BINÇAVKIRIN’    Dema li Êlihê bûye Mizgînê kaseteke korsan derxistiye û piştî eleqeya ji bo vê qasetê, di sala 1994’an de berê xwe daye Stenbolê û li vir albûma xwe ya bi navê “Zulm û Zor” derxist. Mizgîn, bi lêv kir ku elqeyeke zêde ji bo albumên wê çêbûye û got: “Wê demê eleqeyeke zêde ya gelê me ji bo muzîka kurdî hebû. Çimkî ew qaset piştî qedexeyan derketibû. Zehmetî pir rû nedan. Wê demê pir hatim naskirin. Di posterê xwe de min şareke kesk û sor û zer li serê xwe girêdabû. Dema polîs davetin ser malan, li gelek malan posterên min didîtin. Wê demê di dawetekê de ez jî hatim binçavkirin. Dû re ji ber wan posteran min gelekî lêdan xwar. Ji min re digotin ‘Em diçin kîjan malê em posterên te dibînin. Tu tiştekî çawa yî. Ew poster çawa evqasî hat belavkirin.’”    Mizgînê, diyar kir ku bi hinceta tedawiyê ew di sala 2000’î de çûye Danîmarkayê, lê belê armanca wê ew bû ku ji nû ve jiyana xwe ava bike. Mizgîn albuma xwe ya duyemîn “Peyman”ê jî di sala 2003’yan de derxist.    Mizgîn behsa albûma xwe ya bi navê “Lorîn”ê kir û got, wê ev albûm bi terhê pop, folklorîk, klasîk û gelêrî derxistiye. Mizgîn got: “Min biryara hemû tiştan da. Min xwest ez rengê wê hilbijêrim, mîksa wê, tama wê, xwêya wê tev lê bikim.”    Mizgîn, div ê albûma xwe de helbesta Hafizê Şîrazî “Biharê” jî gotiye û diyar kir ku rokcvanê danîmarkayî Nicholas Hill muzîka vê helbestê çêkiriye. Mizgîn got: “Min helbest ji Nicholas re xwend, wergera wê kir. Tesîrek zêde li Nicholas kir. Muzîka wê bi vî awayî çêbû. 18 salin li Danîmarkayê me û ez û danîmarkayiyek bi hev re dijîn. Malbata min ne li vir e. Eger nasnameyeke min a azad hebûna, min ê pir guh nedana ka kurd im, ereb im an danîmarkayî me. Ji bom in a muhîm mirovbûyîn e. Carinan hîs dikim kurd kurd im, lê ez enternasyonal im. Gihaştina Hafiz û Nicholas ev e.”    Mizgîn di albuma xwe de cih daye stranên hunermendên kurd Mihemed Şêxo û Abdulwahit Zaxoyî jî. Mizgîn destnîşan kir ku wê xwestiye di albûma xwe de herçar perçeyên Kurdistanê bigihîne hev û ji ber ji herdu hunermendan hez dike di albûma xwe de cih daye stranên wan.   MA / Sadiye Eser