7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye 2017-10-10 09:32:16 MUGLA – Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim diyar kir ku li Muglayê 7 kes hatine derbkirin û wêneyên wan ên tezîkirî li ser medyaya civakî hatine parvekrin û der barê vê rewşê de daxuyaniyek fermî tune û wiha got: "Li vî welatî îşkence bûye rewşeke cuda û wekî ku bi lêpirsînên cuda dest davêjin vê rewşê, bila kes van tiştên vala ji me re nebêje." Di 4'ê Cotmehê de li herêmên Ortaca û Seydîkemerê yên Muglayê bi îdiaya "PKK'î ne" 7 kes hatibûn derbkirin û di bin çavan de destê wan ji piştê ve hatibû kelepçekirin û wêneyên wan ên tazîkirî li ser medyaya civakî hatibû parvekirin. Ev pêkanînên mirovahî da şermê, pêkanînên Tevgera Tîpên Taybet(POH) û Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) ên di dema qedexeyên li barên herêmê anîn bîra mirov. Piştî di 15'ê Tebaxê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê Kevser Elîturk (Ekîn Wan) piştî jiyana xwe ji dest da bedena wê hat teşhîrkirin, lêpirsînên di vê der barê de hatin destpêkirin jî gavek bi pêş de neçû. Di berdewama wê de heman bûyer li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Sûrê ya Amedê derketin holê û ji derveyê bajarên kurdan, li Muglayê jî ev rewş dubare bû.   DAXUYANIYEK FERMÎ TUNE   Wekîlê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim der barê wêne û îşkenceyan de axivî û li Meclisê nerazîbûn da nîşan. Piştî axaftinan Ayşenur Bahçekapili ya kku Serokwekîliya rûniştina Meclisê dikir, bangî 4 serokwekîlên koma partiyan kir û civîn pêk anîn. Di rûniştinê de Serokwekîlên Komên MHP û AKP'ê jî dan zanîn ku wêne "Nayên qebûlkirin" û bi rêya telefonêli Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî geriyan. Alîkarê Wezîrê Karê Navxweyî da zanîn ku dê der barê kesên ku ev wêne kişanin û berpirsyaran de lêpirsînê bidin destpêkirin.   Lê li ser bûyerê re çend roj derbas bû, hêj der barê kesî de tu lêpirsîn nehatiye vekirin û daxuyanî jî nehatiye dayîn. 7 kesên ku hatine binçavkirin û 5 kesên ku îdia dikin hatine kuştin, di vê der barê de tu agahî nehat dayîn.   ‘LI VÎ WELATÎ ÎŞKENCE BI RÊK Û PÊK TÊ KIRIN’   Yildirim ê HDP'î bûyera hovane bir meclisê û aşkera kir ku dê bûyerê sibê dîsa li Meclisê bînin rojevê û bûyerê bişopînin. Yildirim destnîşna kir ku di destê wan de agahiyên şênber tunene û heman wêneyên ku li bajarên kurdan jî derketibûn holê jî bi bîr xist û wiha got: "Li vî welatî îşkence êdî ji bûyreke cuda wêdetir, bi rêkûpêk pêk tê. Em vê yekê di gelek bûyerên cuda de dibînin. Îşkence bi rêkûpêk tê meşandin. Wekî ku bi lêpirsînên cuda dest davêjin vê rewşê, bila kes van tiştên vala ji me re nebêje. Rewşek wiha tune.  Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye jî. Heke AKP bêje em ê van yekan bidin girtin û dê careke din dernekeve holê, xwe dixapîne. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Li vî welatî em ne wekî siyasetmedar, wekî parastvanên mafên mirovan ji bo berpirsyar derkevin holê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."