Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin 2017-10-10 09:31:20 STENBOL - Nivîskar û siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî, têkildarî êrîşên lînca li dijî kurdan û polîtîkayên Erdogan yên li ser kurdan tên meşandin diyar kir ku Erdogan dixwaze bi refreta li dijî kurdan li ser hemû gelê Tirkiye otorîteya xwe ava bike. Ekîncî, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê jî û anî ziman ku tunekirina kurdan esas digirin.  Piştî referanduma Herêma Federe a Kurdistanê û xebatên kurdan ên li Rojava êrîşênên lîncê yên li dijî kurdan zêde dibin. Bi taybetî bi hevkariya AKP û MHP'ê li dijî kurdan êrîşên nijadperestî pêk tên. Herî dawî li Muglayê ciwanên kurd li kolanê hatin tazîkirin û rastî îşkenceya polîs û leşkeran hatin. Têkildarî polîtîkayênk Hikûmetê û êrîşên lînca li dijî kurdan Siyasetmedar û Nivîskar Tarik Ziya Ekincî ji Ajansa Mezotopamya re nirxandin kir.    Ekîncî bal kişand ser referanduma li herêma Kurdistana Başur ku ji sedî 93 erê derket û wiha got: "Hestê kurdan ji dil derketin holê. Daxwaza azad û serbixwe bijî derketiye holê. Em hêvî dikin ku ev referandum bibe wesîleya azadiya kurdan. Lê xuya dike ku ev daxwazên kurdan ên azadiyê avakirina Kurdistana serbixwe bi zahmetî têkeve meriyetê. Ji ber ku çar hawîr bi dijmin hatiye dorpêçkirin. Tu welat serxwebûna Kurdistanê naxwaze. Di serî de Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq naxwazin têkiliyên xwe yên welatên din xera bikin. Ji ber vê yekê li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Her çend Rûsya serxwebûna Kurdan bixwaze jî ji ber Îran û Tirkiye nêzî vê yekê nabe."    'AKP-MHP POLÎTÎKAYA TUNEKIRINA KURDAN ESAS DIGIRE'   Ekîncî, destnîşan kir ku Tirkiye, Îran, Iraq, ji destpêka dîrokê heta niha aşkere dijminantiya kurdan dike û wiha got: "Ev dijminantiyek bi kok e. Li Tirkiye di demên dawî de dijminantiya kurdan pir aşkere tê kirin. Bi taybetî piştî hevkariya AKP û MHP'ê dijminantiya kurdan aşkere tê kirin. Polîtîkaya AKP MHP'ê li ser dijminantiya kurdan pêş ketiye. Hedefa sereke ya senteza Îslama Tirk dixwaze Îslama Sûnnî ava bike û Turkîzmê pêş bixin. MHP aşkere ji AKP'ê dixwaze ku tevgera kurdan tune bike. Dixwaze kurdan ji ser dika dîrokê winda bike. AKP jî ev yek qebûl kiriye."    KURDAN TEHAMUL NAKIN   Ekîncî, bal kişand ser polîtîkaya Erdogan a "Yek netew, yek al, yek ziman" û wiha berdewam kir: "AKP ewil hin gavên erênî avêt. Perwerdehiya zimanê kurdî, guhertina navê gund û navçeyan, daxwazên kurdan bûn. Lê êdî tehamula wê ji vê yekê re jî nemaye. Ji ber ku tehamulî kurdan nake, hemû nirxên kurdan ji holê radike û navê wan diguherîne. Qeqûm tayînî şaredariyan dike. Herî dawî Komîsyona Venedîkê jî xwest qeyûman paşve bikişîne û şaredariyên kurdan dîsa bidin kurdan."    'DIXWAZE FAŞÎZMÊ BIKE MODELA RÊVEBERIYÊ'   Ekîncî, bal kişand ser geşedanên dawî û tundiya li kolanan û wiha lê zêde kir: "Ji bo min geşedan pir bi êş in. Hemû mafên mirovan tên tunekirin. Geşedanên giştî li Tirkiye neyînî pêş dikeve. Îro li Tirkiye nîşanên rêveberiya faşîzan heye. Pirsgirêk ya demokrat, rewşenbir, nivîskar, parazvanên mafên mirovan û ya hemû kesan e. Divê hemû kesên li Tirkiye demokrasiyê diparêze destê xwe bidin hev û tevgera azadiya kurd biparêzin. Heta ku tevgera azadiya kurd nayê parastin Tirkiye nabe welatekî hemdem û pêşketî. Ne pêkan e Tirkiye bibe welatê demokrasî û hiqûqê. Nefreta Erdogan a li dijî kurdan ne tenê siyaseta li dijî kurdan e. Erdogan dixwaze bi riya kurdan li ser hemû Tirkiye otoriteya xwe ava bike. Li Tirkiye tevgerek siyasî ku tevgera azadiya kurd di nava wê de cih negire, nikare pergal û modela demokrasiyê ava bike. Tirkiye tenê dikare bi tevgera azadiya kurd pergala demokrasiyê ava bike. Ne CHP ne jî Meral Akşener, nikare. Tenê tevgera azidya kurd hemû beşên ermenî, laz, çerkez û hemû nasnameyên li Tirikye diparêze û ji bo nasnameya wan azadî, demokrasiyê dixwaze.    MA/Sadiye Eser-Sadık Topaloglu