Keyayê gund dadger desteser kir 2018-04-09 16:07:56 ÊLIH – Dadger û heyeta xwe ji bo dozek arazî ya arîzekirinê çû gundê Sêgirka Êlihê keşfe. Keyayê gund C.B. dadger û heyetê desteser kir. Leşkeran dadger û heyetê rizgar kir. Leşkeran keya binçav kir û dadgehê ew berda.  Li gundê Sêgirka girêdayî navenda Êlihê di 6’ê nîsanê de dadger û heyeta pê re ji bo kifşa dozek arîzekirina erd çûn gund. Piştî kifşê li ser riya gund keyayê gund C.B. û gundiyan riya dadger û heyeta pê re girt û gef li wan xwar. Piştî keya gef li dadger xwar, dadger li dozgeriya Êlihê geriya behsa bûyerê kir. Dozger lêpirsîn dest pê kir û leşkeran sewqî cihê bûyerê kir. Leşkeran dadger û heyeta pê re rizgar kir û keya C.B. binçav kirin.    Keyayê gund ji dadger û heyeta pê re wiha got: “Hûn çawa bê agahiyên min tên vir? Divê we agahî bida min û hûn wiha bihatina gund.”    Hat zanîn ku der barê keya C.B. ê rojek di binçavan de ma bi sûcdariya “Nehiştiye peywîra xwe bike” û “Kes ji azadiya wê bêpar hişt” îfadeyên wî hatin girtin. Piştî îfadeyên li dadgehê C.B. bi şertê kontra edlî hat berdan.