'Di bin çavan de îşkence kirin' 2018-04-09 15:52:49 RIHA - Li Rihayê di rojên dawî de gelek kes hatin binçavkirin. Heta niha navê 7 kesan diyar bû. Malbatan diyar kirin ku di bin çavan de îşkence li zarokên wan kirine.  Di rojên dawî de gelek kes li Rihayê hatin binçavkirin. Heta niha navê 7 kesan diyar bû. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokê DBP'ê yê Rihayê yê berê Celal Babacan, Rêveberê Komeleya Rojava ya bi KHK'ê hat girtin Adil Demir, Îbrahim Şimşek, Îbrahim Kurt, Osman Buyukbaş, Emin Çetîntaş û Ahmet İstek jî hene. Der barê sedema binçavkirina kesan de agahî nehat parvekirin. Hat diyarkirin ku der barê gelek kesên din de jî biryara binçavkirinê heye. Hat zanîn ku ji baroyê parêzerên li dijî daxwaza kesan hatine diyarkirin. Malbatan anîn ziman ku di bin çavan de îşkence li zarokên wan hatine kirin.