Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin 2018-04-09 12:40:04   ENQERE - Pêşnûmeya “Xesandina Kîmyewî" ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat amedekirin, pêşkêşî meclîsê kirin.    Wezareta Dadê bi armanca rê li pêş îstîsmara zayendî bigire pêşnûmeya “Xesandina Kîmyewî" amade kir û pêşkêşî meclîsê kir. Her çend gelek saziyên sivîl, rêxistinên civakî û saziyên jinan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi vê rêbazê pirsgirêka îstîsmarê çareser nabe jî dîsa hikûmeta AKP'ê pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Serokwezîr Binali Yildirim pêşnûma pêşkêşî meclîsê kir. Li gorî vê pêşnûmayê ji bo kesên tev li îstîsmara zayendî bûne dê di navbera 20 - 40 salan de rastî ceza bên. Ger ku sûc li dijî zarokên 12 salî pêk hatibe ceza dê di navbera 30 - 40 sahan de bê guhertin.