Banga ji bo 4'ê Nîsanê: Em ji bo azadiyê bimeşin 2023-04-02 09:03:08 WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku ji bo Meşa Amarayê banga tevlibûnê kirin, diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, di heman demê de vejîna kurdan e û gotin ku ew ê ji bo azadiyê bimeşin.   Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de ye, li hemû bajarên ku kurd lê dimînin dê çalakiyên pîrozbahiyê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên ku dê di navbera 1-10'ê Nîsanê de bên lidarxistin, dê di 4'ê Nîsanê de ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Abdullah Ocalan li vir çêbûye, meşek meşek bê lidarxistin.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê bal kişandin ser girîngiya 4'ê Nîsanê ya ji bo gelê kurd û ji bo meşka ku dê ber bi Amarayê ve bê lidarxistin bang kirin.   GEL VEXWENDIN AMARAYÊ   Rabîa Algorê ku 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir diyar kir ku ew her sal bi coşeke mezin û bi ruhê vejînê diçin Amarayê û wiha got: “Ji ber ku ev cejn cejna kurdan e. Her sal çûna Amarayê ji bo me girîng e. Em rastî astengiyan tên, lê dîsa jî em diçin. Em ê îsal jî biçin. Divê ji heftan heta heftê saliyan her kes beşdarî van meşan bibe. Bila bi coşeke mezin rojbûna Rêbertiyê pîroz bikin.”   'VEJÎNA GELÊ KURD'   Bi domdarî Algor anî ziman ku meş ji bo aştî û biratiyê girîng e û wiha pê de çû: "Ez bang li kesên ku xwe ji vê tevgerê dûr dixin û dibêjin wê tiştek bi min neyê dikim; bila ji bîr nekin ku gava agir bikeve dehlê ter û hişk tev dişewitin. Tişta ku li gelê kurd hatiye kirin divê neyê jibîrkirin, di futbolê de jî êrîiî kurdan kirin. Bi van fikran divê her kes ber bi Amarayê ve bimeşe. Ez rojbûna nû ya Rêbertî pîroz dikim. Îro ne tenê vejîna Rêbertiyê, vejîna tevahî gelê kurd e."   Têkildarî mijarê Zekiye Kaya jî bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got ku li hemû girtîgehan belav bûye û ev tişt anî ziman: "Çendî girtiye jî, lê hê jî aştî û azadiyê temsîl dike."    Kaya da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê ked daye û wiha domand: "Em ê li ser rêya têkoşîna ku wî daye destpêkirin bimeşin. Ez weke Dayika Aştiyê bang li her kesî dikim; heta ku Rêbertî azad nebe civak azad nabe. Em ê careke din doza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Di serî de jin, ciwan û hemû gel em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê bin. Heta ku ew azad nebe çareserî ne pêkan e. Em ê ji bo azadî û aştiyê biçin Amarayê."   Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê jî wiha got: “Serdema nû ya Abdullah Ocalan li hemû kurdên bi rûmet pîroz be. Divê her kes beşdarî meşa mezin a 4’ê Nîsanê ya ber bi gundê Rêbertî ve bibe. Werin em îsal jî bi mîlyonan herin wir."