Cihên namzetên serokkomariyê yên di pisûlayê de diyar bûn 2023-04-01 16:42:23   ENQERE - Cihên namzetên serokkomariyê di pisûlaya hilbijartinê de diyar bûn.    Di 14’ê Gulanê de dê hilbijartina serokkomariyê û parlamenteran bê kirin. Cihên namzetên serokkomariyê di pisûlaya hilbijartinê de diyar bûn. Li gorî vê pisûlayê; Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di rêza yekemîn de, Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce di rêza duyemîn de, namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû di rêza sêyemîn de û namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî di rêza çaremîn de cih girtin.