Karabûlût: Îstîhbaratê karsazê kurd Zekî Ogûz revandiye 2023-04-01 16:41:54   STENBOL - Hat tespîtkirin ku karsazê kurd Zekî Ogûz ji aliyê ‘îstîxbaratê” ve hatiye revandin. Parlamenterek AKP’ê ku gundiyê Ogûz e, ji malbatê re gotiye ku “îstîxbaratê” Ogûz revandiye.    Karsazê kurd Zekî Ogûz ji Almanyayê hatiye Tirkiyeyê. Zekî Ogûz dem adi 18’ê adarê de li semta Kemerbûrgazê ya navçeya Eyupsûltana Stenbolê diçe marketê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tê revandin. Kêliya revandinê ji aliyê kameraya marketê ve hatiye kişandin. Ogûz ê ji aliyê sê kesan ve hatiye revandin hê jî nehatiye dîtin. Xizmê Ogûz, parêzer Abdurrahman Karabûlût li ser Twîtterê parve kir ku Ogûz ji aliyê hêzên “dewleta kûr” ve hatiye revandin.    PARLAMENTERÊ AKP’Ê: OGÛZ DI DESTÊ ÎSTÎXBARATÊ DE YE    Em li Karabûlût geriyan û diyar kir ku ew ketine pey şopa Ogûz û di vê çarçvoveyê de bi parlamenterek AKP’ê ku gundiyê Ogûz e re hevdîtin kiriye. Karabûlût da zanîn ku parlamenterê AKP’ê gotiye ku ew bi îstîxbaratê û emniyetê re axivî ye û agahî dane wî û got: “Agahiya me wergirtiye teqez e. Ogûz di destê dewletê de ye. Parlamenterê AKP’ê ku me pê re hevdîtin kir, vê agahiyê da me. Ogûz karsazek welatpêrz e û xebatên xwe siyasî li Ewropayê bi rê ve dibe. Ji bo li Antalyayê tev li îhaleya paren zanîngehekê bibe û bikir, ji Almanya hatiye. Ez nizanim ka kiriye an na.”    ‘LÊPIRSÎNEK NIMÛNEYÎ’    Karabûlût diyar kir ku revandina Ogûz ji aliyê medyaya hewzê ve bi awayek cuda hatiye nîşandan û mîna ku bûyerek edlî be dane nîşandan û ev rewş jî rastî nîne. Karabûlût anî ziman ku li cihê ku Ogûz lê hatiye revandin bi hezaran kamera hene û heke bê xwestin dikarin di 24 saetan de wî bibînin û got: “Lêpirsînek nimûneyî dane destpêkirin lê belê di vê çarçoveyê de heta niha îfadeya kesî negirtine. Wezayît û kes diyar in. Lê belê heta niha kesek nehatiye binçavkirin. Çima wê merivên xwe binçav bikin?”