Bi girseyî serdana şîna Nazlier kirin 2023-04-01 16:06:35   AMED - Şîna ji bo Cîhan Nazlier ê li qada Heftenîn a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, li navçeya Licê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endamê HPG’ê Cîhan Nazlier (Cemal Andok) di 21’ê adara 2019’an de di şerê li herêma Heftenîn a li Herêma Kurdistana Federe de jiyana xwe ji dest da. Şîna ji bo Nazlier li gundê Sipênî yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.  Rêveber û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Amedê û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajêr Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn,  Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn û gelek welatî serdana şîna ku hatiye danîn û di roja duyemîn de berdewam bike bûn.   Girseya ku ji ketina gund heta mala malbatê meşiyan ji malbatê re sersaxî xwest.