ÎHD: Tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê aqûbeta 4 kesan nehate lêkolînkirin 2023-04-01 15:55:03 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ku aqûbeta Neslîhan Ûslû, Metîn Andaç, Mehmet Alî Mandal û Hasan Aydogan ên li Çeşmeyê piştî di sala 1998’an de hatin binçavkirin agahî ji wan nehate wergirtin pirsî, diyar kir ku tevî îtîrafa endamê JÎTEM’ê îdia nehatin lêkolînkirin   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan ji bo çalakiya rûniştinê ku bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” du hefteya careke li dar dixin li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankartên “Windakirî wijdan in, li wijdana xwe xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin de gelek kes amade bûn. Vê hefteyê faîlên Metîn Andaç ê di 31’ê adara 1998’an de li Îzmîrê bi hevalên xwe re hate windakirin hate pirsîn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku Metîn Andaç (46), Neslîhan Ûslû (30), Hasan Aydogan (24) û Mehmet Alî Mandal (40) li Alaçatiyê hatin binçavkirin. Încîn, diyar kir ku tevî hemû hewldanên parêzer û komeleyên mafên mirovan ên wê demê jî nehate qebûlkirin ku di bin çavan de hatine windakirin û got, “Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mûrat Başeskîoglû bi gotina ‘hatiye fêmkirin ku kesên navê wan hatiye diyarkirin ji bo endamên rêxistinê di lîsteya tên lêgerîn de ne.’”     ‘BI ÎŞKENCEYÊ HATE LÊPIRSÎN’    Încîn, da zanîn ku piştî bûyerê salekê li gorî îtîrafên Peywîrdarê Tîma 3’yan ê girêdayî JÎTEM’ê Tûran Unsal, Neslîhan Ûslû û hevalên wê li avahiyeke kontrgerîla ya di nava qadeke leşkerî ya Foçayê hatine lêpirsîn û wiha berdewam kir: “Pişt re li semta Hatay Uçkuyular a Îzmîrê li avahiyeke kontrgerîla hatin ragirtin. Neslîhan û hevalên wê bi awayekî ku ji îşkenceyê derketine, dest û lingên wan şikestî, bi dermanan hatine mirandin li keştiyeke masîvanan kirin û keştî bi bombeye li peravên Seferîhîsara Îzmîrê noqî avê kirin.”   ‘AQÛBETA WAN NEHATE RONÎKIRIN’   Încîn destnîşan kir ku derbarê îdiayan de tu lêpirsîn nehate destpêkirin û diyar kir ku aqûbeta Neslîhan Ûslû, Metîn Andaç, Mehmet Alî Mandal û Hasan Aydogan di tariyê de hate hiştin. Încîn, bi lêv kir ku daxwazên malbatan ên “Qet nebe bêjin ka sax in an mirî ne, heke miribin cenazeyên me bidin me” bê bersiv man û bang li dewletê kir ku aqûbeta mirovên ku windakirine aşkere bike.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.