Hat xwest ku girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ê rewşa wî giran e bê berdan 2023-04-01 15:38:49   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen û banga berdana wî kir.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê li ber avahiya komeleyê çalakiya heftane ya 575’emîn a “Rûniştina F” li dar xist û gelek parêzvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin” hat vekirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Leman Yûrtsever daxuyaniya vê hefteyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen.    DI 3 MEHAN DE 13 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE    Yûrtsever bal kişand ser girtiyên nexweş ku di nava salê de jiyana xwe ji dest dane û li gorî daxuyaniya navenda komeleya wan di sê mehên ewil ên sala 2023’yan de 4 jê girtiyên nexweş, 3 jê bi sîlehê, 6 jê bi awayek guman bi giştî 13 girtiyan canê xwe ji dest daye. Yûrtsever diyar kir ku ew bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û çareseriyê hilberînin.    JIYANA WÎ DE XETEREYÊ DE YE    Yûrtsever bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkmen ji ber ku di sala 2019’an de cezayê 3 sal û mehek û 15 roj ê teqezkirî niha li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R’yê tê ragirtin û rewşa wî giran e û her ku xetereyê jiyanî li ser zêde dibe. Yûrtesever anî ziman ku Dîkmen di sala 2019’an de xwîn diçe ser mêjiyê wî û demek dirêj li nexweşxaneyê tê dermankirin û ji bo tedawiya wî înfaza wî 4 caran hatiye taloqkirin.    Yûrtesever bi bîr xist ku ji ber xwîn çûye ser mêjiyê Dîkmen rewşa wî dijwartir dibe û jiyana wî di xetereyê de ye û ew ji sedî 85 astengdar e jî lê nayê berdan. Yûrtsever ji bo Dîkmen û hemû girtiyên nexweş bên berdan û li derve bên tedawîkirin banga berdanê li rayedaran kir.