Ji bo girtiyên nexweş Emîn Çam banga berdanê hat kirin 2023-04-01 15:07:45 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 447'emîn de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hatin çalakî li dar xistin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê Ûmît Can Akbulut daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mehmet Emîn Çam ê li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T’yê girtî ye.   ‘17 ROJ DI HUCREYÊ DE MAYE’    Akbulut da zanîn ku Mehmet Emîn Çam 72 salî ye û cara ewil di sala 2013’an de hatiye girtin û wiha got: “Derbarê wî de doz hat vekirin û piştî 10 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Lê belê doza ku di sala 2013'an de hatibû vekirin bi dawî bû û 9 sal ceza lê hat birîn û di 14'ê adara 2022'yan de careke din hat girtin û ewil birin Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê û 17 rojan li cihê yek kesî ma. Di vê pêvajoyê de ew nebirin nexweşxaneyê, tenê caren birin revîrê. Di 1'ê nîsana 2022'yan de ji Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T’yê hat kirin û nêzî salekê ye li vir tê ragirtin."   ‘DI MÊJIYÊ WÎ DE ÛR HEYE’    Akbulut diyar kir ku Çam di sala 2014'an de ji ber serêş û êşa di milê wî de li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat muayenekirin û di encama muayeneyan de hat tespîtkirin ku li aliyê rastê yê mejiyê wî lekeyek derketiye û wiha got: "Hat gotin ku ew tumor e. Ji bo vê nexweşiyê, ew neçar e ku heya jiyanê dermanên xwînê bikar bîne. Li gorî testên ku ji bo êşa milê wî hatin kirin, hat gotin ku stûyê wî ji kesên normal pirtir xwar bûye û ji ber şert û mercên giran ên xebatê ev xwarbûn çêbûye.”    ‘2 CARAN JI GURÇIKA XWE EMELIYAT BÛYE’    Akbulut anî ziman ku Çam ji gurçika xwe jî nexweş e û du caran emeliyata gurçikê bûye û wiha got: “Her tim di gurçika wî de girik çêdibin. Ji ber girik tim lê sar e û havînan jî nikare germ bibe. Li milê çepê jî bêhêziyek her tim heye. Di çavên wî de pirsgirêkên dîtinê hene û ji ber kataraktê her du çavên wî emeliyat bûye. Di çavên wî de jî pirsgirêkên miopî û astigmatîzmê hene. Pirsgirêka wî ya bihîstinê heye û ev nêzî du sal in di bihîstinê de zehmetî dikişîne, tevî ku li nêzî wî bi dengekî bilind tê axaftin ji ber pirsgirêka bihîstina guhê wî yê rastê.”   ‘NAYÊ DERMANKIRIN’    Akbulut destnîşan kir ku divê Çam li nexweşxaneyê bê dermankirin, lê li şûna wê tenê ew rakirin revîrê û wiha got: “Di beşê de tiştên ku hewcedariyên wî yên bingehîn bi cih bînin tune ne; jimartina li ser piyan tê ferzkirin û di jimartinê de bi cil û bergên wek pijama û şimik nayê jimartin. Bijîşkê ku emeliyata gurçikê Mehmet Emîn Çam kir got ku ‘girik dibe ku dûbare bibe û heke bibe divê demildest midaxaleyî girikan bê kirin'. Niha ev nexweşî dîsa derketiye holê. Di serdana malbata wî de; wan dît ku rû û çavên wî werimî bûn û jibîrkirin bi wî re dest pê kiriye. Tevî ku ji bo dermankirina wî serî li rêveberiya girtîgehê daye jî, ji bo tedawiya wî jî tiştek nehatiye kirin.”   DAXWAZA BERDANÊ    Akbulut bal kişand ser nexweşiya giran ku li Çam peyda bûye û wiha got: “Eşkere ye ku Mehmet Emîn Çam ê ku divê bênavber bê dermankirin, ji ber temen û nexweşiyên xwe nikare li girtîgehê bijî. Ji bo hemû pêvajoyên tedawiyê bi awayekî saxlem û bênavber bimeşin, divê di demeke herî kurt de înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan."