‘Heta ku hemû kedkarên cemaweriyê bên vegerandin dê têkoşîna me bidome’ 2023-04-01 14:53:00 AMED - Platforma Şaxan a KESK’a Amedê diyar kir ku tu hêz nikarin pêşiyê li têkoşîna wan bigire û bi lêv kir ku heta hemû kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatin derxistin ji nû ve bên vegerandin wê têkoşîna wan bidome.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê bi daxwaza betalkirina xala 35’emîn a demkî ku bi biryarnameyê rê li ber derxistina xebatkarên cemaweriyê vedike, li Parka Xezal a li navçeya Yenîşehîrê hatin ba hev. Daxuyanî bi beşdarbûna gelek kesên ku ji karên xwe hatine dûrxistin pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmeya weke “Dê roj were dewran bizivire û ew ê AKP’e hesabê bide gel” hate berzkirin û pankarta “Dê KHK biçin em ê bimînin” hat hilgirtin.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendurustiyê (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak di daxuyaniyê de axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li hember van kiryarên ku têne kirin bernedin. Yildiz da zanîn ku ew ê heta dawiyê li hember feraseta yekperestiya AKP’ê û MHP’ê têbikoşin û wiha axivî: “Desthilatê derbeya 15’ê Tîrmehê ji xwe re wekî kerema Xwedê dît û gelek kedkar bi awayekî bêhiqûqî ji karên xwe hatin derxistin. Her wiha bi gelek biryarnameyan qeyûm tayînî gelek sazî û şaredariyan hate kirin.”   Ok Orak di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rejîma yek zilamî gel mehkûmî birçîbûnê, xizaniyê û bê hiqûqiyê dike. Rejîma yek zilam ku yek ji sepanên wê yên antî demokratîk jî Komîsyona OHAL’e ye, bi biryarên keyfî gelek komkujiyan pêk tîne. Komisyona OHAL’ê niha jî biryarên xwe yên keyfî bi rêya darazê didomîne û bi zexta desthilata AKP’ê û MHP’ê dibe sedemê domandina bêhiqûqiya OHAL’ê. Ji roja ewil ve me weke KESK’ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedaye û bi têkoşîna xwe ya hiqûqê qîr kir ku îxrac antî demokratîk û bêhiqûq in. Em ê li dijî şer aştiyeke birûmet, li dijî mirinê jiyanê, li dijî reş spî, li dijî yekperestiyê pirrengî li dijî tariyê ronahî parast û em ê parastinê bidomînin jî.”    Orak, anî ziman ku tu hêz nikarin pêşiyê li têkoşîna wan bigire û bi lêv kir ku heta hemû kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatin derxistin ji nû ve bên vegerandin wê têkoşîna wan bidome.      Çalakî bi diruşmeyên “Îxracên KESK’ê rûmeta me ne”, “Dê KHK biçin em ê bimînin” bi dawî bû.