Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn 2018-04-09 07:58:53 AGIRÎ - Li Navçeya Bazidê ya Agiriyê maşîneya leşkerên tîmên taybet ya zirxî qelibî. Di qezayê de 9 askerên tîmên taybet birîndar bûn.  Şevê din li Qereqola Kozluk ya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li ser sînorê Îranê maşîneya zirxî ya leşkerên tîmên taybet bar kiribû qelibî. Di qezayê de 9 leşkerên tîmên taybet ên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajar birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Bazîdê.