Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin 2018-04-08 17:43:23         HELEB - Bi sedan welatiyên Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîda giran ku li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan tê meşandin, meşiyan. Meşvanan bang li rêxistinên navdewletî kirin ku erka xwe beranberî rewşa Ocalan pêk bîn in.   TEV-DEM'ê meşa bi sedan welatiyên bajarê Helebê yên ji hemû pêkhateyan, bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, li dar xist.  Meş ji ber jêrzemîna civînan a li beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Meşvanan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz dikirin. meşvanan her wiha posterên Ocalan, wêneyên şehîdan û sembolên kurdî vekiribûn. Meşvanên ku li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan li ber Çerxeriya Şehîd Destîna ya li beşê rojhilat a taxê kom bûn. Li vir axaftin hatin kirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Mihemed Şêxo axivî û got: "Armanca Tirkiye ne tenê dagirkirina Efrînê ye. Armanca wê dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye. Siyasetên ku dewleta Tirk li Sûriyê dimeşîne, girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin ve girêdayî ye. Naxwazin fikrê Ocalan li herêmê pêk were."   Meş bi diruşmeyan bi dawî bû. Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan wê dewam bikin.