Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin 2018-04-08 17:27:52 HEWLER - Parlementerê HDP’ê yê Riha’ya Osman Baydemîr diyar kir ku ji ber destûr nayê dayîn Kurd li parlementoya Tirkiyê siyaset bikin, mafê Kurdan heye ku Parlementoya Bakurê Kurdistanê ava bikin.  Ziyareta heyeta HDP'ê ya li Başûrê Kurdistane ya ji bo xebatên Yekitiya Neteweyî berdewam dikin. Ziyaret di doja duyemîn de bi partiyên siyasî re didome. Heyeta HDP'ê di roja duyemîn de li Hewlerê bi Partiya Komînîst, Yekgirtû, Partiya Kedkaran ziyaret kir. Di heyetê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Îmam Taşçier û Endama MYK'ê ya HDP'ê Zeynep Boga di heyetê de cihê xwe girtin.    Di ziyaretan de parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr li ser qirkirinên siyasî yên Tirkiye demokratên Tirkiyê ji çapemeniyê re axivî. Baydemîr, da zanin ku li Tirikye şertê wan ê li Meclîsa Tirkiye siyasetê bikin nemaye û hemû rêyên siyasetê li pêş wan tê girtin. Baydemîr, anî ziman ku yan Kurd dê parlementoya Tirkiyê weke ya xwe bibînin yan jî mafê Kurdane ku li Bakurê Kurdistanê parlementoya xwe ava bikin heye û wiha got: "Bexda, Enqere, Tehran û Şam hewl didin gelê Kurd di mijara neteweyî de têk bibin. Hemû xebat û têkoşîna didin ji bo Kurdistanê ye. Em dixwazin parlamentoya Tirkiyê bikin parlamantoyek ku Kurd jî wekî parlamantoya xwe bizanin. Ger Enqere bi vê yekê razî nebe, mafê Kurdan heye ku li Bakurê Kurdistanê parlamantoyekê bi xwe damezrînin."