Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin 2018-04-08 14:50:44 MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan ê 66 salî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bandirmayê jiyana xwe ji dest da, li warê wî Nisêbînê hat definkirin. Girtiyê nexweş Îsmaîl Arslan ê 66 salî yê 25 salin di girtîgehê de ma, di 07’ê Nîsanê serê sibê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirmayê jiyana xwe ji dest da. Arslan bi salan ji ber pirsgirêkên bênh dengî û xwarin xwarinê nexweş bû û navê wî di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafê Mrovan (ÎHD) de hebû. Ligel hemû serlêdanan Arslan nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.   Malbata Arslan cenazeyê wî ji Bandirmayê girtin û li Goristina Morîs a Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbîna Mêrdînê defin kirin. Ligel dorpêça polîsan a zêde jî gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Arslan bûn   Arslan ji sala 1993’yan ve girtî bû û di sala 2016’an de ji ber rewşa wî xerab bû ji bo demek kin bi şertê kontrolê hatibû berdan û sala çûyî bêyî ku dermakirina wî temam bibe, cardin hatibû girtin.