Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir 2018-04-08 12:19:08 STENBOL - Turan Gunana yê ji bo bi dawî anîna tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kir, dawî li çalakiya xwe anî. Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê Turan Gunana bi armanca bi dawî anîna tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalna di 15’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kir. Gunana li ser banga Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu ya di radyoya Dengê Kurdistanê de kir, di 6’ê Nîsanê de dawî li çalakiya xwe anî.    ‘EZ DAXUYANIYA PARTIYÊ BI NIRX Û BI WATE DIBÎNIM’   Gunana di telefonê de biryara bi dawî anîna çalakiya xwe ji malbata xwe re ragihand û wiha got: “Min berî du rojan çalakiya xwe bi  kir û spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên bi hestiyar nêzbûn dikim.”   Gunana peyama bi rêya malbata xwe da wihaye: “Ez daxuyaniya partiye bi nirx û watedar dibînim. Bi taybetî hevalên min ê di Girtîgeha T a 2 de gotin ‘ger tu çalakiya xwe bi dawî neyînê em ê jî dest bi çalakiyê bikin.’ Hem di hûndir de û hem jî di derve  de gelek kes bûn alîkar û bi hestiyar nêzî çalakiya min bûn. Ji bo piştevaniya hemû hevalan  ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.”