Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin 2018-04-08 12:02:09 MÊRDÎN - Sûryaniyên Midyadê, Cejna Paskalyayê (Vejînê) li Dêra Mort Şmunî bi merasîmekê pîroz kirin û di merasîmê de daxwaza aştî û bextewariyê kirin.    Sûryaniyên li navçeya Mîdyad û derdora Mêrdînê dijîn, Cejna Paskalyayê (Vejînê) ku di vê rojê de Hz. Îsa çû ezmanan, pîroz kirin. Li gorî baweriya Xirîstiyanan, piştî Hz. Îsa hat çarmîxkirin û definkirin, ber bi ezman ve çû û ji bo di vê roja ku çûyîna ezmanan a Hz. Îsa sembol dike pîroz bikin, danê sibehê li gorî edetên xwe amadekariyan dikin û vê rojê pîroz dikin. Bi boneya rojê li Dêra Mort Şmuni ya Mîdyatê Sûryanî kom bûn û Cejan Paskalyayê pîroz kirin.   PARLEMENTERÊ HDP'Ê DORA BEŞDAR BÛ    Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora û gelek welatiyên Suryanî beşdarî pîrozbahiyên cejnê bûn. Metropolîtê Dêra Mor Gabrîel Mor Tîmotheos Samuel Aktaş ayîn bi rê ve bir. Di dema ayînê de dua hatin kirin û dû re suryaniyan cejna hev pîroz kir, find vêxistin û daxwaza aştî, hêvî û kêfxweşiyê kirin.    Piştî merasîmê Sûryaniyên ji Dêrê derketin, li taxên xwe dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin.