Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber 2018-04-08 09:26:01 ESKÎŞEHÎR –Prof. Dr. Cem Kaptanoglû yê ku ji zanîngeha ku 4 akademîsyen lê hatin qetilkirin hat îxrackirin, îfadeya “qirkirina akademiyê” ku ji bo îxracan bi kar tîne bi bîr xist û got: “Qirkirinên wisa bi awayekî hêsan di mêjiyê hinan de vediguherin tiştekî şênber.”  Li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê peywirdarê lêkolînê yê bi navê Volkan Bayar bi çekê 4 akademîsyen kuştin. Me ev êrîş ji Prof. Dr. Cem Kaptanoglû ku dema li Pişka Zanistê ya Psîkiyatriyê ya Fakulteya Tibê ya heman zanîngehê dixebitî bi KHK’ê hat îxrackirin pirsî.    Kaptanoglû, dema li zanîngehan serdema îxrackirinan dest pê kiribû, ji bo vê yekê îfadeya “qirkirina akademiyê” bi kar anîbû. Kaptanoglû ev îfade careke din bi bîr xist û got: “Ev qirkirin di nav neynûkê de qirkirin bû. Yanî razber. Belkî cinayet tune bû, lê belê akademî bi awayekî razber ji fikrên cuda, demokratan û sosyalîstan hat paqojkirin. Me ji vê re jî digot qirkirin. Qirkirinên wisa bi hêsanî di mejiyê hin kesan de vediguhere tiştekî şênber. Ew qirkirineke razber bû, dîsa jî zirareke mezin da zanîngehê û kesên hatin ‘qirkirin’ û ev jî qirkirineke şênber e. Ji bo dînamîkên bûyerê heman tişt e. Kesên wê demê wekî FETO’yî hatin pênasekirin, kesên wekî îmzevanên aştiyê hatin pênasekirin bi tu awayî mafê wan ê parastin û darizandinê çênebû û hatin avêtin. Bi riya kê hatin avêtin? Gelek jê bi gotinên îxbarvanan, bi derewkaran hatin avêtin. Li vir jî mekanizma bi heman awayî bi rê ve diçe. Kes alîgirekî îktîdarê yê vê pêvajoyê bû. Em hîn dibin ku bi gotinên vî kesî gelek kes ji kar hatin avêtin.”    Kaptanoglû, diyar kir ku hîn jî kesên li ser şiltaxiyên kesê ku êrîş pêk aniye ji kar hatin avêtin îadeyî peywira xwe nehatine kirin û got: “Yanî ew û îxbarkar hevfikir in. Îktîdar jî û ev kes jî û îxbarvan jî li heman hêlê ne.”    Kaptanoglû, ji bo derûniya êrîşkar jî ev tişt gotin: “Ewqasî bi xwe bawer e ku, dema têkildarî kirênên xwe, şiltaxiyên xwe mexdûran giliyê wî kir û jê re hatiye gotin ‘divê hûn ji bo lêpirsîna der barê we de îfadeyê bidin’ hêrs bûye û ev yek hezm nekiriye. Çimkî pir hatiye parastin. Qet nefikiriye ku dê der barê wî de lêpirsîneke wiha bê destpêkirin. Kî ev cesaret û hêzê dide? Ji rektoriyê heta dekan û ji YOK’ê heta Serokomar hemû vê cesaret û hêzê didinê.”    Kaptanoglû, bal kişand ser nêvenga şîdetê ya li Tirkiyey û destnîşan kir ku şidet herî zêde di rewşa şerî de tê organîzekirin û got: “Eger li cihekî şer hebe û di wî şerî de piştî mirin tê rewakirin mirov bi awayekî cuda li mirinê û kuştinê dinerin. Ev yek di serdema Şerê Vîetnamê de li DYA’yê jî rû da. Di dema şer de li dibsitanan, di nav malê de, şideta di navbera zarokan de bi awayekî ber bi çav zêde bû. Hûn kîjan kirasî lê dikin bikin şer şidet e û dema li cihekî şidet wekî ‘serketinê’ bê pênasekirin dê encamên wê bi vî awayî rû bidin.”    Kaptanoglû, diyar kir ku zanîngeh çareseriyê hilbierînin û ji bo vê di dema fikirînê de sînoran nas nakin û saziyên ku bi awayekî azad difikirin bi xwe ne. Kaptanoglû destnîşan kir ku lê belê div ê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku li Tirkiyeyê zanîngeh tune ne, lê êdî dibistanên pîşeyî hene. Kaptanoglû diyar kir ku bi îxrackirinan nêrînên cuda ji zanîngehan hatine avêtin û got: “Li Tirkiyeyê zanîngehên ku dişibin hevdu hene. Niha jî bi hevdu dikevin. Em ê ji niha û pê ve jî li kirinên wan ên li hemberî hev temaşe bikin.”    MA / Deniz Nazlim