Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan 2018-04-08 09:24:29 STENBOL – Parlementerê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman bertek nîşanî desteserkirina Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê, girtina 22 xebatkarên wan da û destnîşan kir ku daraz li gor fermanan tev digere. Adiyaman got: “Dozger bûne serokên navçeyan ên AKP’ê.”  Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû bertek nîşanî desteserkirina Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê û girtina 22 xebatkarên wê dan.    Parlementerê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, bi lêv kir ku paradigmaya sereke ya li Tirkiyeyê yek dewlet, yeke neetew û yek pêşeng e û got: “Polîtîkaya li ser yekparêziyê tê meşandin, dixwaze hêza çaremîn a di civakê de jî bike yektîpî. Çapemeniya navendî bi çewsandinên bacî û cezakirina şîrketan desteser kir. Her wiha çapemeniya ku nikaribû bêdeng bike û bi dest bixe bi Rewşa Awarte û KHK’yan bêdeng dike. Mentalîteya binçavkirina û girtinan ev e. Bi rêbazên derehiqûqî dengên muxalif digire û dixwaze wan bitepisîne. Dîroka siyaseta cîhanê gelek caran nîşan daye ku ev yek wisa bi rê ev naçe. Di dîroka siyaseta cîhanê de temenê tu rejîmeke totaliter dirêj ne domandiye.”    ‘DARAZÊN SERBIXWE BIFIKIRIN NEMAN’    Adiyamana, anî ziman ku îktîdara AKP’ê gav bi gav rejîma totalîter ava dike û got: “AKP’ya ku avaniya dewleta gerdîşî vediguherîne dewleta partiyi, di ser çapemeniyê re jî van pêkanînên xwe didomîne. Dema em li girtinan dinerin, dibînin ku daraz li gor fermanan tev digerin û pergala vesayetê ya ji jorê ber bi jêrê ve di ser darazê re ye. Hema bêje dozger bûne serokê navçeyan ên AKP’ê. Lê belê bi van çewisandin û sepandinan dê nikaribin siyaseta demokratîk û azadiya nûçewergirtinê ya gel bêdeng bikin. Baweriya me ew e ku divê gel dengê xwe bilind bike û di her qadên jiyanê de ji bo binpêkirina rejîma dîktayê berxwedanê berdewam bike.”    ‘BILA LI KEVNEŞOPIYA OZGUR GUNDEMÊ BINERIN!’   Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû jî bi lêv kir ku îktîdar li ser kesên ku wekî wê nafikire hiqûqa dijminatiyê disepîne. Pîroglû diyar kir ku îktîdar dibêje ya hûn ê wekî min bifikirin an jî hûn ê ji vî welatî biçin. Pîroglû got: “Dixwazin vî welatî ji me re teng bikin, naxwazin em rastiyan bibêjin.”   Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze çapemeniya azad bi çewisandin û zilmê bêdeng bike û got: “Bi qeyûm tayînkirina Rojnameya Ozgulukçu Demokrasiyê, bi girtina xebatkarên nikarin me bêdeng bikin. Eger wisa difikirin, bila ji salên 90’î heta niha li kevneşopiya Ozgurlukçu Demokrasî û Ozgur Gundemê binerin ku li dijî her çewisandin û êrîşan li ser piya maye. Nikaribûn me bêdeng bikin, wê nikaribin jî. Em ê xwe radestî hiqûqa dijminahiyê nekin.”