'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’ 2018-04-08 09:18:20 EDENE - Hevjînê Kadrî Bagdu yê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dema li Edeneyê belav dikir hat kuştin Şemsê Bagdu, dest danîna ser rojnameyên Welat û Ozgurluçu Demokrasî nirxand û got: “Dixwazin çav û devê me bigirin.” Bavê Metîn Alataş Bekîr Alataş jî got ligel hemû tiştê dê têkoşîna wan berdewam bike. Bertekên li dijî dest danîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ber dewam dikin.  Malbatên belavkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên bi KHK’ê hatin girtin Kadrî Bagdu yê di 14’ê Cotmeha 2014’an ji paşve hat kuştin û Metîn Alataş ê di sala 2010’an bi îdîaya “întîhar kir” mirî hat dîtin, bertek nîşanî girtina rojnameyan dan.    Bavê Metîn Alataş Bekîr Alataş, diyar kir ku ji ber kurê wî rojname belav dikir bi dehan car rastî gefên kuştinê hat û wiha axivî: “Herî dawî kurê min bi dareke portakalê ve daleqandî hat dîtin. Kurê min ji bo agahiyên rast bigihîne gel rojname belav dikirin.”   'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Bav Alataş, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî rastiyan dinivîsin, ji ber vê tim di hedefa dewlet û desthilatdariyê dene. 8 sal bi ser mirina kurê min re derbas bûn, lê hîna  jî êşa wî zindiye û em hewl didin têkoşîna wî berdewam bikin. Emê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heya em bigihin armancên xwe emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   'BI GIRTINAN NIKARIN ME ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'   Alataş, anî ziman ku dest danîn ser Çapxaneya Gun a rojname çap dikirin û wiha bilêv kir: “Ewê îro bigirin, emê jî sibe cardin vekin. Ev têkoşîn bi kuştin, girtin, gef û komkujiyan bi dawî nabe. Çi bikin bila bikin, tu carî nikarin dengê çapemeniyê qût bikin. Ev doz ranaweste. Ev rojname ranawestin û nayên girtin. Girtin tu carî me çavtirsandî nakin.”   'DESTÊN XWE BIKIŞÎNIN'   Hevjînê Kadrî Bagdu Şemsê Bagdu jî, diyar kir  ku dewlet bi salane êrîşî çapemeniya azad a kurd dike û wiha  axivî: “Hevjînê min ji ber ku tenê rojname digihandin ber destê gel hat qetilkirin. Falîlên hevjînê min hîna jî dernexistin holê. Rojnameyên hemû kesê serbestin, gelo çima yên me qedexen e? Wan binçav dikin, digirin û qetil dikin. Bila êdî dewlet destê xwe li ser çapemeniya azad rake.”   'BEHNA MIN TENG BÛYE’   Bagdu, da zanîn ku çapemeniya azad rastiya gelê kurde û wiha got: “Ev rojname rojnameya gelekê ye. Rojnameya gelê kurd û hemû gelane. Gava rojnameya Welat li mala min tunebe, ez kêmasiyek mezin hîs dikim. Rojnameya Welat her roj ji bo min dihat. Ez bi tirkî nizanim bixwînim. Gava min rojname Welat dixwend ez baş dibûn û bêhna min fireh dibû. Lê niha bêhna min pir teng bûye. Serê sibê heya min ew rojname negirta, min taştê nedixwar. Niha rojnameya me tuneye, keyfa me jî tuneye. Weke ku çav û devê min girtine.”   ‘JI BO VEBE EM Ê TÊBIKOŞIN’   Bagdu, dest nîşan kir ku ji bo vê rojnameyê wan xwîn rijand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi sedan mirov ji bo vê rojnamê can da û xwîn rijand. Me gelek şehîd dan. Ji Apê Mûsa bigirin heya Kadrî û ji Kadrî bigirin heya bi sedan şehîdan ji bo vê rojnamê xwîna xwe rijandin. Em dixwazin rojname me cardin vekin. Ji bo vebe emê têbikoşin. Rojnameya me çav û mejiyê me ye. Bi xwîna şehîdan rojnama me heya roja îro hat. Ew çi bikin bila bikin, em ê cardin rojnameya xwe vekin. Ew çavê me ye. Kes nikare çavê me bigire. Niha rojname tuneye. Dikir ku dîn bibin. Gava min rojname dixwend, weke ku li welatê xwe bûm. Rojname her tiştê me ye. Em ê tu carî dest jê bernedin.”   MA / Hamdullah Kesen