ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-08 09:00:00 * Parlementerê Mêrsînê Serdar Kûyûcûoglû, bertek nîşanî avêtina hîmê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û bal kişand ser mezinahiya talûkeya nukleerî. Aytûg Atici jî got: “Em ê nehêlin ev proje bê çêkirin.”  * Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû anî ziman ku îktîdar dixwaze bi çewisandinê çapemeniyê dîzgîn bike û got: “Demekê dadwer û dozgerên girêdayî Cemaeta Gulenê bela xwe di rojnamevanan didan. Lê di vê serdemê de jî dozger û dadwerên girêdayî AKP’ê bela xwe di rojnamevanan didin. Tu tişt neguheriye.”    * Lêkolîner Ayten Şîmşîr, destnîşan kir ku piştî demekê navê mêran li gelek ziyaretên li Dersimê hatiye kirin, lê belê ev ziyaret di asasê xwe de yên jinên evliya ne. Şîmşîr ji bo 4 jinên evliya yên hatin tespîtkirin jî got: “Tê diyarkirin ku ev ziyaret ji çanda xwedavendan mane.”      *Hevjînê Kadrî Bagdu yê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dema li Edeneyê belav dikir hat kuştin Şemsê Bagdu, dest danîna ser rojnameyên Welat û Ozgurluçu Demokrasî nirxand û got: “Dixwazin çav û devê me bigirin.” Bavê Metîn Alataş Bekîr Alataş jî got ligel hemû tiştê dê têkoşîna wan berdewam bike.   * Sûlava Bêgirê yek ji newazeyên xweşik a xwezayê ye. Sûlav ji ber avakirina HES’an û hişkesaliyê her roja ku diçe coşa xwe winda dike û geşbûna wê nemaye.   * Çotkarên Wanî projeya “300 mihî” ya hikûmet detayê wê ji raya giştî re eşkere nake rasteqîn nabînin û gotin: “Bila dewlet ne mihan, qedexeyên li ser zozanan rabikin. Heya qedexe berdewam bikin, em ê ne 300 mihan, 3 mihan jî xwedî nekin.”   * Parlementerê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman bertek nîşanî desteserkirina Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê, girtina 22 xebatkarên wan da û destnîşan kir ku daraz li gor fermanan tev digere. Adiyaman got: “Dozger bûne serokên navçeyan ên AKP’ê.”    * Dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bûn. Bi Rewşa Awarte re hejmara wan ji sedî 60 zêde bû. Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan, bi lêv kir ku AKP bi bacên ku ji xizanan digire alîgirên xwe dewlemend dike û got: “Divê em şiyar bin, em tên şêlandin."    * Prof. Dr. Cem Kaptanoglû yê ku ji zanîngeha ku 4 akademîsyen lê hatin qetilkirin hat îxrackirin, îfadeya “qirkirina akademiyê” ku ji bo îxracan bi kar tîne bi bîr xist û got: “Qirkirinên wisa bi awayekî hêsan di mêjiyê hinan de vediguherin tiştekî şênber.”    * Bi minasebeta 28'ê Nîsanê Roja Çalakiyê ya Kurevî ya Heskif û Sûrê dê li 20 welatan hemwext çalakî bên lidarxistin. Endamê Têkiliya Navneteweyi yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya Ercan Ayboga, diyar kir ku ji hewceza Dîcleyê heta Basrayê nêzî 123 cureyên zindiyan û mîrateyên dirokî di bin gefan de dijîn.    * Suryaniyên Navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê dê Cejna Paskalya pîroz bikin. (11.00)