Onder: Ocalan çi got pêk hat 2018-04-07 19:10:17   STENBOL – Endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, di forumê de bal kişand ser nerîn û fikrên Ocalan û diyar kir ku di hevdîtinên li Îmraliyê de Ocalan ji bo pêşerojê çi got pêk hat. Onder, anî ziman ku hemû gotinên Ocalan yek bi yek di dem û cihê xwe de pêk hat.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, têkildarî rewşa Ocalan û tecrîa li ser Ocalan tê meşandin li Otela Elite Worldê ya Taksimê sempozyuma bi navê “Pirsgirêka kurd û Polîtîka Hiqûqê ya Tecrîdê" lidar xist. Sempozyum bi şîara “Ji tariyê ber bi hevîyê ve, Ji heviyê ber bi azadiyê ve" bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran dest pê kir. Siyasetmedar Ahmet Turk, Akîn Birdal, Sirri Sakik, Ufuk Uras,  Parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Dengir Mir Mehmet Fırat,  Meral Danış Beştaş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Lêkolîner Bekîr Agirdir, Hunermend Ferhat Tunç, Akademîsyenê Aştiyê Bahadir Altan, nûnerên komeleya 78’an, YAKAY-DER, DBP, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Vakfa Aştiyê û gelek  parêzer amade bûn. Di Forumê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî der barê hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir çavdêrî û fikrên Ocalan parve kir. Onder, diyar kir ku hemû gotinên ku Ocalan dikir a niha pêk tê û got, “Ji gotinên Ocalan ditirsin. Mekanîka darbeyê ya ku Birêz Ocalan her dem qala wê dikir îro him bi awayê pratîk û him jî bi awayê teorîk hate rojevê. Rêzdar Ocalan yek ji wan kesên jîr e ku, behremendiya wî ya têgih û têgihiştinê gelekî xurt e. Di pêvajoya bi wî re de pêşdîtineke wî ya xurt hebû. Bi aliyê xwe yê dîrokî û felsefe jî ev pêşdîtin xurttir dikir. Gotinên wî yek jî dereng an jî kêm pêk nehat. Wî got çi, hemû tişt pêk hatin. Dema pêkhatina bûyeran jî wekî wî derket.”   'HEMÛYAN BI TAYBET ÎMRALÎ KIRIN HEDEF'    Onder, bal kişand ser hêzên di nava mekanîka darbeyê de û wiha got: "Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Cemaetê li cihê bêhnstendinê ya Ocalan guhdariya wî kiriye û ev tişt wekî arguman bi kar anîn. Gladîo, Ergenekon, cemaat an jî serwîsên biyan, kî di nav mekanîka darbeyê de bin, hemûyan bi awayekî taybet Îmrali kirine hedef. Raya giştî baş bi vî tiştî nizane. Desthilatdarî naxwaze ku em ji rêzdar Ocalan jî hîn bibin. Berê dema ku tecrîd giran dibû, bi çalakî û zextan dewletê bi hevdîtina malbatê re ev nîqaş bi dawî dikir. A niha dewlet gelekî bi tirs e ka ku Ocalan piştî darbeyê dê bibêje çi. Ji ber vê jî tecrîd girantir kirine.”   ONDER:  ME BAŞ FAM NEKIR   Onder, rexnedayina xwe da û wiha got: "Me gotinên wî baş fam nekirin. Ji ber ku gelek mijarêdi nava raya giştî de pir kûr û fireh dihat niqaşkirin, Brêz Ocalan di nava hezar û 500 sernavan de qala wan dikir û derbas dibû. Birêz Ocalan piştî hevdîtinê tişta di nava raya giştî de xuya dibû û nedihat famkirin, hewl dida demek taybet veqetîne u vebêje. Me ew qas hevditin kir. Ya herî dirêj 4-5 saetan berdewam kir. Di nava ew qas rojev de hewl dida ji mere vebêje. Em rexnedana xwe didin ku me baş bi raya giştî re parve nekir û di nava cewaweriyê de hestiyariyek baş pêk neanî. Hewldanên me hêj kêm in.    ‘CÎHAN BÛ HEYRANÊ ROJAVA'    Onder, anî ziman ku tirk hatin Anatoliya Navîn û Mezopotamya bi cih bûn û vir kirin welatê xwe û wiha got: "Dema em li dîroka wê demê dinerin, li ser vê axê şerê qewmê xirîstiyan, cuhiyan ên hegemoniya mutlak heye. Ji bo vê tundî şer û qetilkirin hebû û ev ax bi kuştin û şer xistin bin kontrola xwe. Di rewşek wisa de Tirk bi pêşengên xwe hatin li vir bi cih bûn û kirin warê xwe. Di her alî de yekperestî hat pêşxistin. Her ku yekperestî pêşket, nîzam pêş ket. Kurdan di sedsala 21'an de bi gelek cerebeyên xwe yên bi êş, tevî Birêz Ocalan bi çarçoveyên teorik û paradigmaya guncav de nîzamek pêş xist. Pratîka vê yekê pêş xist. Ev minanek pir kêm tê dîtin. Kurdan di nava van şertan de ewil li cih û wa rê ku ew lê dijîn xistin meriyetê û piştre li tevahiya cîhanê pêşengiya pratîkek nû kirin. Rojava mînaka herî sereke ye. Hemû cîhan îro heyranê Rojava ne. Brêz Ocalan gav bi gav bal dikişand ser Kobanê û DAİŞ’ê.  Ocalan her dem bi xwînsarî tev geriya. Lê her dem bi hêrsek mezin di pratîkên li Rojava ket meriyetê û neketin meriyetê her dem qala mekanika darbeyê kir. Birêz Ocalan di hucreya 2 metrekare de bi pirsên xwe her tişt fêrî me kir. Hemû geşedanan ew mafdar derxist. Numan Kurtulmuş û Efkan Ala hêj nû bûbûn wezîr. Bi hevre Pirsusê ziyaret dikin. Li Rojava rageşiyek gelek mezin hebû. Ji mirinê filitîn. Lê ev ne wekî suîkastê bû. Li wir darbeyek pêk hat. Bê sedem darbeyek pêk hat. Birêz Ocalan xwest ev yek berfirehî bê lêpirsîn. Digot li vir pirsgirêkek heye. digot ev ne tarza PKK'ê ye. Pêvajoya diyalogê pêvajoya herî kêm pirsgirêk jiya. Dewletê jî ev yek lêkolîn kir. Derket holê ku operasyonek Gladio ye. Li wir provokasyon hebû. Derket holê ku ew jî karê provokasyonek din bû."      BÎRDAL: PÊDIVÊ JI XETA HEVPAR HEYE'   Parazvanê mafê mirovan jî mijara “Ocalan û têkoşîna aştiya demokratîk" parve kir. Birdal, bal kişan ser pirsgirêk û çareseriyê û wiha got: "Di 30 salên dawî de me di got Heta pirsgireka kurd çareser nebe, heta aştî neyê Tirkiye, heta demokrasî pêş nekeve azadî pêk nayê. Nokteya ku îro me hatinê gotinê me tevan piştrast dike. Navê Birêz Ocalan navê gelê kurd e. Navê nasname, berxwedan, ziman, şer, aştî û pêşeroja bi hevî ye. Bi salan bere me kampanya “Ji Ocalan re azadi" dabû destpêkirin. Ew qas rojev li ser hev pêş dikevin em rojevên esasî ji bîr dikin. Em di vê pêvajoyê de divê em xeta têkoşîna hevpar ava bikin. Divê hemû hêzên demokrasî, şoreşger hemû beşên cuda tev  pirsa 'Divê em çi bikin?' ji xwe bipirsin."    GENÇ: ŞER NE QEDER E   Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç jî têkildarî ‘Şerê li Rojhilata Navîn û çareseriya demokrasiya radîkal’axivî û got, “Ocalan digot heke ez ji Sûriyeyê derneketima wê Şerê Cîhanê yê 3’emîn pêk bihata. Min pêşiya şer girt. “ Genç got ku, “Di qedera Rojhilata Navîn de tiştên xweş jî hene. Demokrasiya radîkal bi nihêrtina wî tiştî pêk hatiye.”   Rûniştina duyem bi pirs û bersivanê bi dawî bû. Beşa dawîn a forûmê jî bi awayê ku ji çapemeniyê re girtî, didome.