Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne 2018-04-07 17:00:25 CENEVRE - Nûner û siyasetmedarên kurd yên li pêş Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrînê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, dawî li çalakiya xwe anîn. Li ser navê TJK-E'ê Zilan Serhat, diyar kir ku niha dora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku soz dabû wan e.  Tirkiye bi hêza TSK û OSO di 20'ê Çile de li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Şer û dagirkeriya li ser Efrînê di roja 77'an de berdewam dike. Di roja 58'an de komên OSO ketin nava Efrînê û li talanê milet xistin. Piştî talankirin û wêrankirina li Efrînê dest pê kir û komkujiya welatiyan zêde bû siyasetmedarên kurd ku ji parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, rojnameger, werzîşvan 20 roj berê dest bi grava birçîbûnê kirin. Siyasetmedaran, li pêş Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 20 roj berê çalakî dan destpêkirin bi dawi kirin. Di roja 17'an de Tevgera Jinên kurd ên Ewropa (TJK-E) çalakî dewir gir û îro bi dawî kir.    Nûnerên partiyên kurdan û siyasetmedarên kurd bi daxuyaniyekê dawî li çalakiyê anîn. Gelek nûnerên partî û rêxistinên demokratîk jî piştgirî dan daxuyaniyê. Li ser navê TJK-E Zilan Serhat, diyar kir ku di pêvajoya grevê de bi gelek nûnerên dewletên Ewropa û Neteweyên Yekbûrî re hevdîtin kirine û  rayedarên dewletan soz dane wan ku ji bo Erînê bêtir hestiyar û çalak tev bigerin û soza vê yekê dane wan. Serhat, bang li welatên ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir û xewst sozên dane wan êdî pêk bînin."    Di axaftine de Leyla Şahin jî anî ziman ku têkoşîna li Efrînê berdewam dike û têkoşîn wan a li dijî vê yekê dê berdewam bike.    Daxuyanî bi muzîkê bi dawî bû.