ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-10 09:00:59 * Her çiqas 2 meh bi ser îşkenceya Şapatanê re derbas bûbe jî lê serdegirtina bi bibir, xortom û dar nayê ji bîr kirin. Jinên li ber çavên hevjîn û zarokên xwe îşkence li wan hat kirin gotin ku 2 meh e ew nikarin rakevin.  * Akademîsyenên ku ji kar hatin îxrackirin, KODA ava kirin û di sala duyemîn de bi xwendekaran re hatin gel hev. Akademîsyen dê her hefte li ser mijarekê perwerdeyê bidin, diyar kirin ku ew ê aştiyê biparêzin.   * Wênesazê navdar Peter Paul Rubens, ku di bin tesîra çîroka Pero ku ji bo bavê xwe yê di girtîgehê de xelas bike her roj bi şîrê xwe xweyî dike de ma, bêyî ku bêje rîwayet e wê çîrokê di tuwala xwe de dide der.    * Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê û aborîzan Sezaî Temellî, anî ziman ku ji bo kirîna çekan û kêmasiya budçeyê ji holê bê rakirin îktîdar difikire ku di sala 2018’an de zemên OTV û MTV’ê bîne. Temellî, dest nîşan kir ku hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire.    * Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim diyar kir ku li Muglayê 7 kes hatine derbkirin û wêneyên wan ên tezîkirî li ser medyaya civakî hatine parvekrin û der barê vê rewşê de daxuyaniyek fermî tune û wiha got: "Li vî welatî îşkence bûye rewşeke cuda û wekî ku bi lêpirsînên cuda dest davêjin vê rewşê, bila kes van tiştên vala ji me re nebêje."   * Parlementerê HDP’ê Nadir Yildirim, diyar kir ku gelê li Herêma Kurdistana Federe dijî, ji bo yekîtiya netewî bi biryar e û sekneke wan a cidî heye û wiha got: “Hem têkoşîna di warê yekîtiya demokratîk û rêxistinbûyîna siyaseta netewî hem jî li gel vê em ê pêvajoya ji bo yekîtiya hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û li dijî faşîzmê avakirina eniyeke demokratîk jî wek du stratejiyên sereke deynin pêşiya xwe.”   * Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Mozên Kera dest bi serdema nû kir. Derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan wiha got: “Vê serdemê me xebatên xwe berfirehtir kirin. Lîstikên ku me ji şanoya cîhanê wergerandine, em ê nîşan bidin.”    * Nivîskar û siyasetmedar Tarik Ziya Ekîncî, têkildarî êrîşên lînca li dijî kurdan û polîtîkayên Erdogan yên li ser kurdan tên meşandin diyar kir ku Erdogan dixwaze bi refreta li dijî kurdan li ser hemû gelê Tirkiye otorîteya xwe ava bike.    * Jinên bi daxwaza “Em fizîkî dixwazin li jiyanê bimînin, li her qadê jiyanê bi mirovî û bi jinîtî bijîn” hatin ba hev Înisiyatîfa Em Dixwazin Bijîn ava kirin.    * Bi armanca komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê şermezar bikin dê li Îzmir, Enqere, Stenbol Êlihe bername bên lidarxistin. (09.45-11:00)   * Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û parlamentera HDP'ê ya wekîltiya wê hat xistin Nursel Aydogan dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Sêrtê bê dîtin. (14.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 336'an de berdewam bike. (13.30/18.00)