Ciwanan li Pirsûsê bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kir 2023-03-20 23:58:43   RIHA - Li navçeya Pirsûsê ciwanên ku hatin bahev bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”  Newroz pîroz kirin.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ciwanên ku hatin bahev bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û bi fişekên hewayî Newroz pîroz kirin. Her wiha ciwanan li dora agir govend gerandin û dirûşmeyên “Kurdistan goristan ji bo faşîştan” û “Newroz pîroz be” berzkirin. Ciwanan bi stranan xwe bi ser agirê Newrozê re avêtin.   Ciwanan bi dirûşmeya “Bijî serok Apo” bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.