Li Efrînê 4 kurd hatin qetilkirin 2023-03-20 22:35:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kurdên ku xwestin agirê Newrozê vêxin hatin qetilkirin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê li navçeya Cindirês a Efrînê 4 kurdên ku xwestin agirê Newrozê vêxin qetil kirin. Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne: “Ferhan Osman (43), Îsmaîl Osman (38), Mihemed Osman(18) ve Mihemed Îsmaîl Osman (42).” Li aliyê din gelek şêniyên efrînî li ber deriyê nexweşxaneya ku cenaze birinê kom bûn û êrişên dewleta tirk şermezar kirin.